Hewlêr (Rûdaw) - Alîkariya ku ji bo malbatên koçber ên Serê Kaniyê tê dayîn, ji hezar dolarî derket 2 hezar dolaran.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku ev biryar, piştî rêzeçalakî û xwenîşandanên koçberên Serê Kaniyê hatiye dayîn.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Hac diyar kir ku alîkariya ji bo malbatên di karwanên vegerê de, ji bo her malbatekê wekî 2 hezar dolar hatiye diyarkirin.
Ev biryar piştî wê xwenîşandanê hat dayîn ku îro ji aliyê koçberên Serê Kaniyê ve li ber avahiya Parêzgeha Hisîçayê hatibû lidarxistin.
Şêniyên koçber di wê xwenîşandanê de daxwaza başkirina piştgiriya ji bo malbatan û peydakirina şert û mercên guncaw ên vegerê kiribû.
Ev gav wekî beşek ji amadehiyên ku ji bo vegera koçberan ber bi deverên wan ve didomin tê dîtin.
Her wiha daxwazên ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn û peydakirina şert û mercên guncaw û ewle ji bo malbatên ku vedigerin jî didomin.


