Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan koçberên Serê Kaniyê li Hisîçayê xwenîşandanek li dar xist û wan daxwaza mîsogerkirina ewlehiyê û tezmînatê kir.
Îro bi dehan koçberên bajarê Serê Kaniyê li ber avahiya parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek kir.
Xwenîşanderan xwest ku beriya vegera wan a ji bo cih û warên xwe, şert û mercên ewlehî û mirovî yên guncav werin pêkanîn.
Daxwaza qerebûya madî
Beşdarên xwenîşandanê xwest ku ew ji aliyê madî ve bi awayekî dadperwerane werin qerebûkirin.
Wan diyar kir ku ew dixwazin bi wî pereyî pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin û xaniyên xwe yên ku zerer dîtine nûjen bikin.
Xwenîşanderan her wiha bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya bajarê Serê Kaniyê û gundewarên wê.
Wan da zanîn ku ji ber belavbûna mayînan û nebûna şertên guncav ên ewlehiyê, hîn jî garantiyek ji bo vegereke bi ewle û rûmetdar nîne.
Amadehiyên vegerê didomin
Ev daxwazên koçberan di demekê de ne ku ji bo vegera karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê amadehî tên kirin.
Biryar e ku ev karwana koçberan roja duşema bê ber bi bajarê xwe ve bi rê bikeve.

