Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 6 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Birêvebirê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku îro li ser rêya Urmiye û Selmasê qezayeke giran a trafîkê çêbûye.
Hemîd Mehbûbî da zanîn ku otomobîleke taybet a û du barhilgir li hev qelibîne û got:
"Di bûyerê de şeş kes mirin û pênc kesên din jî birîndar bûn."
Birîndar veguhastin nexweşxaneyan
Hemîd Mehbûbî diyar kir ku tîmên Heyva Sor û yên hewarçûnê yekser çûne cihê bûyerê.
Hat zanîn ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên bajarê Urmiyeyê û term jî veguhastine Bijîşkiya Dadî ya Urmiyeyê.


