Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê re, rewşa deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên li Dihokê jî aram bû.
Li sînorê qezaya Batîfayê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, dest bi şênkirin û avakirina 3 gundan hatiye kirin.
Her wiha li sînorê qezaya Amediyê jî ji tevahiya 197 gundan, xelk vegeriyaye 21 gundan.
“Êdî xelk vedigere gundên xwe”
Yek ji wan gundan gundê Keşanê ye ku li qezaya Batîfayê ye.
Xelkê gund piştî bi salan vegeriyaye û mijûlî şênkirin û avakirina gundê xwe ye.
Muxtarê Gundê Keşanê Haşim Omer li ser rewşa nû ya gundê xwe axivî û got
"Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re, dever bi temamî aram bûye. Destê avadaniyê gihişt van gundên vê deverê jî. Êdî xelk hêdî hêdî vedigere gundên xwe."
Daxwaza xizmetguzariyan
Xelk gund ê bi navê Nêçîrvan Mihemed jî anî zimên ku ew mijûlî nûjenkirina xaniyên xwe ne.
Nêçîrvan Mihemed kêmasiya xizmetguzariyan bi bîr xist û wiha peyivî:
"Piştî pêvajoya çareseriyê em vegeriyan gundê xwe. Her kes li gorî hêz û derfeta xwe mijûlî nûjenkirina xaniyê xwe ye. Lê belê kêmasî tenê xizmetguzarî ye, ji ber ku heta niha xizmetên pêwîst negihîştine me."
Tirs û xofa ji balafiran
Berê ji ber şer û pevçûnan ev gund hatibû valakirin.
Jina bi navê Delîla Dirbasê jî behsa rojên nexweş ên dema şer kir û got:
"Berê gava em diçûn ser kar, balafir dihatin û bombebaran dikirin. Em neçar diman dest ji karê xwe berdin û vî cihî biterikînin. Me pez û dewarên xwe firotin û em çûn gundên din, em li vir û wir diman."
Çandiniyê dîsa dest pê kir
Bi asayîbûna rewşê re cotkarên deverê jî dest bi kar û barên xwe yên çandiniyê kiriye.
Cotkar Eyûb Hisên diyar kir ku berê wan nedikarî li gund çandiniyê bikin.
Eyûb Hisên kêfxweşiya xwe wisa anî zimên:
"Me dest jê berdabû û ev der vala bû. Lê niha şikir ji Xwedê re rewş baş e. Me bîstan çêkirine û me bacan û xiyar çandine."
Ji bilî gundê Keşanê, li deverê dest bi ji nû ve avakirina gundên Şîlan û Soryayê jî hatiye kirin.
Xelkê gundên din ên valakirî jî hêvîdar in ku ev pêvajo bi ser bikeve û ew jî vegerin warên xwe.


