Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî rûdaneke "dîrokî" bi nav kir û kêfxweşiya xwe anî zimên.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de hestên xwe wiha îfade kirin:
"Ziyareta dîrokî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Sûriyeyê, cihê kêfxweşiyeke mezin e."
"Kak Nêçîrvan her tim rola xwe lîstiye"
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya helwestên Serokê Herêma Kurdistanê.
Wî qala rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdan kir û got:
"Kak Nêçîrvan her tim di piştgiriya doza Kurdan a li Sûriyeyê û bi giştî li Kurdistanê de, roleke girîng lîstiye."
Bandora li ser aramiya Sûriyeyê
Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de baweriya xwe ya bi encamên erênî yên vê hevdîtinê diyar kir.
Fermandarê HSDyê da zanîn ku ew ji vê gavê bi hêvî ne û axaftina xwe wiha qedand:
"Em bawer in ku dê ev serdan bandoreke erênî li aramiya Sûriyeyê û çareserkirina doza Kurdan a li herêmê bike."



