Hewlêr (Rûdaw) - Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl got, “Ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Şamê mifteya aramiyê ye.”
Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, di bultena Rojavayê ya Rûdawê de ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Şamê nirxand.
Mihemed Îsmaîl hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer wekî "gaveke mezin û dîrokî" pênase kir.
"Rojeke wekî cejnê ye"
Mihemed Îsmaîl diyar kir ku ev ziayret ji bo gelê Kurd ê li her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê wekî rojeke cejnê ye.
Mihemed Îsmaîl bal kişand ser hildana Alaya Kurdistanê ya li Qesra Gel a Şamê û got:
"Îro rojeke mezin e. Piştî krîza Sûriyeyê ya ku 14 salan ajot, dîtina Alaya Kurdistanê ya li Qesra Serokkomariya Sûriyeyê ji bo me tiştekî gelekî bilind e.
Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê piştî van salên dijwar li bendê bû ku bi gaveke wiha ji vê tengasiyê derkeve. Ev ziyaret ji bo aramî û bipêşketina herêmê mîna mifteyekê ye."
Hevkariya aborî û ewlehiyê
Serokê ENKSyê destnîşan kir ku ev ziayret dê bandoreke erênî li ser pêwendiyên her du aliyan bike.
Mihemed Îsmaîl li ser sûdên vê hevdîtinê wiha axivî:
"Çavê gelê me li encamên vê serdanê ye. Em hêvî dikin ku ev serdan bibe sedema bipêşketina warê aborî, ewlehî û pêwendiyên civakî.
Hikûmeta Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê dikarin li ser gelek mijaran bi hev re dan û standinan bikin.
Ev yek, ji bo penaberên me, ji bo xwendekar û karsazên me yên li her derê derfetên nû vedike. Aramiya di navbera her du aliyan de, aramiya herêmê ye."
Amadehî ji bo Kongreya 5an a ENKSyê
Mihemed Îsmaîl di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku ENKS ji bo qonaxeke nû amadehiyan dike.
Wî ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de Kongreya 5an a ENKSyê li dar bixin.
Îsmaîl li ser armancên xwe yên siyasî got:
"Em dê di kongreya xwe de siyaset û xebatên xwe li gorî vê qonaxa nû, nû bikin. Armanca me ya sereke ew e ku em li Sûriyeyê bibin hevparên rasteqîn.
Em naxwazin tenê çend postên fermî werbigirin, em dixwazin di biryardayîna welêt de xwedî maf bin.
Mafên gelê Kurd ên li Sûriyeyê pirsgirêkeke bingehîn e û divê bi rêya diyalog û peymanên siyasî were çareserkirin."
"Em Sûriyeyeke nenavendî û pirreng dixwazin"
Mihemed Îsmaîl daxwazên xwe yên ji bo paşeroja Sûriyeyê jî eşkere kirin û bal kişand ser pergaleke nenavendî û wiha peyivî:
"Siyaseta me zelal e. Em Sûriyeyeke nenavendî, pirreng û demokratîk dixwazin. Divê her kes li ser axa xwe bi rûmet bijî.
Ziayreta Nêçîrvan Barzanî baweriya me ya bi diyalogê xurttir kir. Em wekî ENKS amade ne ku mil bidin milê her aliyekî ku ji bo avakirina welatekî adil dixebite.
Mafê çarenivîsa gelê Kurd û naskirina mafên me yên neteweyî mifteya sereke ya aştiya li Sûriyeyê ye."


