Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku çavê wan li wê yekê ye kesên ku komkujiya Şingalê kirine werin cezakirin û got, “Em hewl didin Êzidiyan bi serbilindî vegerînin cih û warên wan.”
Mesrûr Barzanî îro di merasîmeke taybet a 12emîn salvegera komkujiya Şingalê de axivî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku tawana herî mezin li hemberî xwişk û birayên Êzidî hatiye kirin û diyar ku ew li bendê ne encamderên vê tawanê werin cezakirin.
"Serok Barzanî soza xwe bi cih anî"
Mesrûr Barzanî amaje pê kir ku Serok Barzanî soz dabû tola Êzidiyan ji DAIŞê hilîne û got:
"Serok Barzanî soza xwe bi cih anî û Şingal azad kir."
3 hezar û 500 Êzidî hatine rizgarkirin
Mesrûr Barzanî li ser kesên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin eşkere kir ku heta niha 3 hezar û 500 Êzidî hatine rizgarkirin.
Wî di heman demê de spasiya hevpeymanan jî kir ku piştgiriya Êzidiyan kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ducare kir ku wan tawan û komkujiya Êzidiyan ji bîr nekiriye û wiha axivî:
"Tiştê ku ji destê me hatibe me ji bo Êzidiyan kiriye û em dê berdewam bikin da ku em karibin zêdetir alîkariya Êzidiyan bikin."
Banga ji bo Peymana Şingalê
Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de ji hikûmeta federal xwest ku Peymana Şingalê bi cih bîne da ku aramî û rewşa asayî vegere Şingalê û got:
"Hêviya me ew e ku em Êzidiyan bi serbilindî vegerînin cih û warên wan. Em hemû hewlên xwe didin da ku em rê li ber vegera terorê bigirin."


