Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe diçe Şama paytexta Sûriyeyê.
Nêçîrvan Barzanî dê li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bicive.
Nûçegihana Rûdawê ya Şamê Solîn Mihemed Emînê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe diçe Şamê û li gel Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer bicive.
Piştî rûxîna desthilata Esed, ev serdana yekem a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Sûriyeyê ye.
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer dê “pêwendiyên Hewlêr û Şamê û rewşa Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê” gotûbêj bikin.
Ev serdana Nêçîrvan Barzanî piştî hewlên wî yên navbeynkariyê û destpêşxeriyên ji bo bidawîkirina şer û pevçûnan û êrişên hêzên Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê tê.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe de her tim bal kişandiye ser girîngiya beşdarbûna Kurdan a bav hemû saziyên siyasî, yasadanîn û birêvebiriyê yên Sûriyeya nû.
Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya van hewlan de, çend caran mazûvaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Hevdîtinên berê
Nêçîrvan Barzanî cara pêşî 11ê Nîsana 2025an di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Ehmed Şer re civiyabû.
Civîna duyem a her du serokan jî 17ê Nîsana 2026an dîsa li Antalyayê bû.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di wê civînê de “bipêşxistina pêwendiyên aborî û peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê” nirxandibû.


