Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 5 salî yê ku di otomobîlê de hatibû jibîrkirin mir.
Roja şemiyê li taxa Kayalarê ya Şemrexê, Muhammed Aras T.yê 5 salî di otomobîla bavê xwe de hat jibîrkirin.
Muhammed Aras ji ber germahiya zêde û bêhewabûnê di nava otomobîlê de ji ser hişê xwe çû û bêhal ket.
Piştî demekê malbata wî Muhammed Aras bi awayekî bêhiş dît û ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê.
Piştî midaxeleya destpêkê ya li wir, ew birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Tevî hemû hewldanên bijîşkan ên li nexweşxaneyê, Muhammed Arasê 5 salî mir.



