Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 12 salî ket çem û xeniqî.
Bavê wî yê ku ji bo rizgarkirina wî xwe avêtibû avê jî ber pêlan ket û winda bû.
Li gorî agahiyan, doh danê êvarê li ser rêya Sêrt û Dihê, li devera Pira Botanê Faruk Santurê 12 salî ket nav Çemê Botanê.
Dema bavê wî Omer Santur dît ku kurê wî ketiye çem, ji bo rizgarkirinê tavilê xwe avêt nav avê lê belê bav jî ber pêlên avê ket û winda bû.
Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê, tîmên tenduristiyê, AFAD, UMKE, cendirme û tîmên bin avê yên Şaredariya Sêrtê çûn cihê bûyerê.
Tîman zarok ji avê derxist lê diyar kir ku ew miriye.
Piştî lêkolîna dozgeriyê, cenazeyê zarok birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.
Xebatên ji bo dîtina bavê winda ji ber tarîbûnê hatin rawestandin.
Hat ragihandin ku dê tîmên lêgerînê pişt re dest bi xebatên xwe bikin.



