Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Koçberan a Serê Kaniyê ragihand ku pêvajoya vegera koçberan derbasî qonaxa pratîkî bûye.
Komîteya Koçberan a Serê Kaniyê ji Rûdawê re ragihand ku piştî temamkirina amadehiyên pêwîst, tê payîn ku vê hefteyê nêzîkî 500 malbat vegerin cih û warên xwe yên li Serê Kaniyê û gundewarê wê.
Lê hîn roja vegerê bi awayekî fermî nehatiye diyarkirin.
400 malbat diçin gundan
Li gorî agahiyên Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, derdora 400 malbat dê vegerin gundewarê rojavayê Serê Kaniyê.
Her wiha dê 100 malbat jî vegerin navenda bajarê Serê Kaniyê.
Karwan bi karwan vedegerin
Komîteyê diyar kir ku piştî karwanê yekem, dê koçber qonax bi qonax û karwan bi karwan vegerin Serê Kaniyê.
Ev veger jî dê li gorî rewşa ewlehiyê ya li navçeyê pêk were.
Vegereke bi garantî
Komîteyê destnîşan kir ku ew û aliyên pêwendîdar di nava hevahengiyê de ne da ku vegereke ewle, xwebexş û bi garantî ji bo koçberan were dabînkirin.
Ev gava yekem, wekî destpêka vegera hemû koçberên herêmê tê dîtin.



