Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku cezayê îdamkirinê yê girtiyekî Kurd ê ji navçeya Nexedeyê ya parêzgeha Urmiyeyê ku bi tohmeta kuştinê hatibû girtin, li Girtîgeha Navendî ya parêzgehê hat bicihanîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê piştrast kir ku cezayê îdamkirinê yê Ferzad Subhanî li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hatiye bicihanîn.
Li gorî agahiyan, ji bo bicihanîna cezayê wî, roja duşema borî Ferzad Subhanî veguhastibûn hucreya yekkesî û destê sibêha çarşemê hatiye îdamkirin.
Ferzad Subhanî 21 salî bû û xelkê gundê Girdeqîtê yê Nexedeyê bû.
Ew beriya sê salan bi tohmeta "kuştina bi qestî" hatibû desteserkirin û paşê cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Bi tohmeta kuştinê hatibû girtin
Heta niha dezgeha dadweriyê ya Urmiyeyê îdamkirina Ferzad Subhanî bi fermî eşkere nekiriye lê belê çend çavkaniyên nêzîkî wî nûçe ji bo rêxistinên mafên mirovan piştrast kiriye.
Îran yek ji wan welatan e ku her sal herî zêde cezayê îdamkirinê lê tê bicihanîn.
Li gorî amara Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya li Norwecê û rêxistina ECPMê ya li Parîsê, sala 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 1639 kes hatine îdamkirin.
Ev hejmar ji sala 1989an û vir ve hejmara herî zêde ye ku hatiye tomarkirin.



