Hewlêr (Rûdaw) - 43 sal di ser pêla Enfala Barzaniyan re derbas dibin lê hîn jî cilên reş ên dayîkên Barzaniyan nehatine guhertin.
Salane di salvegera wê karesatê de, xemgîniya windabûna kur, hevjîn û kesên wan nû dibe û dibe birînek ku bi derbasbûna bi dehan salan jî nehatiye dermankirin.
Halîme Silêmana ku yek ji dayîkên Enfalê ye, bi çavên tijî hêsir behsa wê êşê dike ku hîn wekî roja ewil di canê wê de maye û dibêje:
"Heta em dimirin ew karesat ji bîra me naçe.
Em mirine, ma çi ji me maye? Ew qas li me dan ku bi bijîşkan jî em baş nabin."
Fatime Îbrahîm jî dayîkeke din a Barzanî ye ku çîroka birina kesên xwe ji Rûdawê re got:
"Du birayên min, bavê min, 2 kurmamên min û mamê min, tevî çar birayên hevjînê min û xezûrê min, hemû di nav nivînan de birin. Ew ti carî ji bîra me naçe."
Merasîma bîranînê ya li Soranê
Ji bo salvegera 43yan a wê karesatê, Birêvebiriya Giştî ya Şehîd û Enfalan a Soranê merasîmeke taybet li dar xist.
Birêvebirê Birêvebiriya Şehîd û Enfalan a Soranê Kerîm Kawa li ser merasîmê got:
"Ji ber ku malbatên serbilind ên qurbaniyên cenosîdê dixwazin roja karesatê herin ser goristana enfalkiriyan, me xwest rojekê berê vê merasîmê saz bikin.
Em dixwazin ev bîranîn di hişê nifşên niha û paşerojê de her zindî bimînin."
Li gel vegotina serpêhatiyên tal, daxwaza sereke ya malbatên qurbaniyan vegerandina cenazeyên xizmên wan e ku beriya 43 salan ji wan hatine dûrxistin û li çolên Îraqê hatine binaxkirin.
Birêvebirê Gorên Komî Aram Nûrî diyar kir ku pêvajoya lêgerînê berdewam dike û got, "Niha gelek gorên komî hene.
Wekî wezaret em di hewildanê de ne û di pêvajoyên lêgerîn û vekirina gorên bikom de em bi tîma niştimanî ya Îraqê re beşdar in ku em ji bo bidawîanîna vê mijarê hevahengiyeke zêdetir bikin."
Di pêla Enfala Barzaniyan a sala 1983yan de 8 hezar kes bûn qurbanî lê heta niha tenê cenazeyên 696 kesan hatine dîtin û di çend qonaxan de li Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.
Qonaxa dawî jî vegerandina 100 cenazeyan bû ku sala 2022yan hatibû kirin.


