Hewlêr (Rûdaw) - Turan Uysalê ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê hat berdan, li warê xwe Mûşê hat pêşwazîkirin.
Turan Uysal sala 1995an hatibû girtin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.
Tevî ku cezayê wî xilas bûbû jî bi biryara Desteya Birêvebirî û Çavdêriyê berdana wî salekê hatibû bipaşxistin.
Turan Uysal doh êvarî ji girtîgehê derket û bi balafirê çû Mûşê.
Ew li Mûşê ji aliyê xizmên xwe û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, Turan Uysal di merasîma pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd berdêlên mezin dane û wî peyamên aştî û biratiyê dan.
Turan Uysal gotiye:
Divê Kurd, Tirk, Ereb û Çerkez bi hev re û di nava biratiyê de bijîn.
Ez hêvî dikim ku şer û pevçûn bi dawî bibin û aştiyeke bi rûmet pêk were.
Di girtîgehan de hîn jî gelek hevalên me hene û wan berdêlên mezin dane.
Hêviya min ew e ku hemû di demeke nêzîk de azad bibin."
Turan Uysal kî ye?
Turan Uysal li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji dayîk bûye.
Ew sala 1995an hat desteserkirin û girtin.
Li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Xarpêtê hat darizandin û cezayê heta hetayê lê hat birîn.
Di 31 salên girtîgehê de di girtîgehên Dêrsim, Elbistan û Mûşê de ma.
Uysal herî dawî ji Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê hat berdan.



