Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de bihêz dike
Di çarçoveya xebatên ewlehiyê yên li ser sînorê Wanê û Rojhilatê Kurdistanê de, beşa herî mezin a xeta 305 kîlometreyî qediya.
Li deverên ku şert û mercên erdnîgariyê zehmet in, cara yekem e pergala dîwarê pola yê moduler hat lêkirin.
Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê xwediyê sînorê bejahî yê herî dirêj ê bi Îran û Rojhilatê Kurdistanê re ye.
Hat diyarkirin ku li sînorê Wanê ji ber têkoşîna li dijî “terorê”, “qaçaxçîtiyê” û “koçberiya nerêkûpêk” tedbîrên ewlehiya fîzîkî hatine zêdekirin.
Dîwarê ewlehiyê û xendek
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê tedbîrên xwe yên ewlehiyê li ser xeta sînor zêde kirine.
Ev xet bi dîwarê ewlehiyê, têl, xendek, rêyên dewriyeyê û pergalên çavdêriyê yên teknolojîk hatiye xurtkirin.
Xebatên dîwarê ewlehiyê sala 2021ê dest pê kirin.
Ev xeta 305 kîlometreyî navçeyên Ebex, Qelqelî, Serav û Elbakê li xwe digire.
Heta niha 235 kîlometreyên vî dîwarî hatine qedandin.
Xebatên qonaxa dawî ya 70 kîlometreyî jî li sînorê Elbakê didomin.
Pergala dîwarê pola yê moduler
Li sînorê herêmê şert û mercên erdnîgariyê dijwar in û çûn û hatin zehmet e.
Hat destnîşankirin ku li vê beşa 6 kîlometreyî cara yekem e pergala dîwarê pola yê moduler tê bikaranîn.
Ev dîwar ji metreyek binkeya betonê, 5 metre profîlên pola û 90 santîmetre têlên bîçandî pêk tê.
Li beşên din ên sînorê navçeyê yê bi Îranê re jî xebatên lêkirina dîwarê betonê didomin.
Blokên betonê li kargehên nêzîkî xeta sînor tên çêkirin.
Ew blok bi makîneyên kar tên veguhastin û li gorî qonaxan li cihên diyarkirî tên bicihkirin.
Teknolojiya pêşketî û pergalên radarê
Hat ragihandin ku xeta sînor bi bircên çavdêriyê yên elektro-optîk û asansorî hatiye piştgirîkirin.
Her wiha kamerayên termal, pergalên radarê û sensorên bipêşketî jî tên bikaranîn.
Yekîneyên sînor ên girêdayî artêşa Tirkiyeyê li erdnîgariyeke asê kar dikin.
Ew bi dron û wesayîtên bejahî yên otonom xebatên xwe yên keşf û çavdêriyê didomînin.
Li herêmê pergalên fotokapanê hatine bicihkirin û derbasbûn di cih de tên tesbîtkirin.
Li ser xeta sînor li dijî dronan pergalên antî-dron (dronşikên) tên bikaranîn.
Her wiha tîmên nîşangir û yekîneyên komandoyan jî li xalên krîtîk hatine bicihkirin.



