Hewlêr (Rûdaw) - Abdurrahman Karabulutê Parêzerê malbata Rojîn Kabaîşê li ser mirina bi guman a Rojînê agahiyên nû dan Rûdawê.
Karabulut eşkere kir ku li ser laşê Rojînê DNAya du mêran hatiye dîtin lê ev rapor bi mehan hatiye veşartin.
Wî her wiha anî zimên ku rayedar ji bo girtina dosyeyê ya bi navê "xwekuştin"ê zextê li malbatê dikin.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşa 21 salî, 27ê Îlona 2024an piştî ku ji şevîmanê derketibû winda bûbû.
Termê wê piştî 18 rojan, 15ê Çiriya Pêşîn li perava Gola Wanê hatibû dîtin.
Parêzer Abdurrahman Karabulut di bultena Rûdawê de pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin û xalên tarî yên di dosyeyê de yek bi yek kirin rêz.
"Ji sedî 95 kuştin e, gelo kujer tên parastin?"
Parêzer Karabulut diyar kir ku di dosyeyê de nêzîkî 20 hezar rûpelan amar hene û wî bi xwe li cihê bûyerê lêkolîn kiriye û got:
"Min hemû amarên di dosyeyê de lêkolîn kirin. Ez ji sedî 95 piştrast im ku Rojîn hatiye kuştin. Rojînê xwe nekujtiye, ew hatiye kuştin.
Lê belê dozgeriyê, birêvebiriya zanîngehê û walîtiyê ji destpêkê ve xwest ku vê dosyeyê bi navê 'xwekuştin'ê bigire.
Heta dema ku Nizamettîn Kabaîşê bavê Rojînê li ser termê keça xwe bû, walî bi xwe çû cem wî û jê re got 'Qebûl bike ku ev xwekuştin e'. Ev dosye tam 8 mehan ji me hat veşartin."
Rapora Tiba Dadî: DNAya du mêran hat dîtin
Karabulut agahiyeke krîtîk a di rapora Tiba Dadî de parve kir ku bi gotina wî bi mehan hatibû veşartin.
Wî destnîşan kir ku li ser laşê Rojînê mînakên DNAyê yên du mêran hatine dîtin û li pey çû:
"Ev delîla herî mezin e ku nîşan dide ev bûyer kuştin û destdirêjiya zayendî ye.
Ji 500 kesî nimûne hatin standin lê bi van DNAyan re li hev nehatin. Ev jî nîşan dide ku kujer hîn di nav me de ne."
Meseleya telefonê: "Tirkiyeyê dikaribû vekira"
Telefona Rojînê ya ku kilîla wê nehatibû şikandin, pêşî bi rêya Wezareta Dadê şandibûn Spanyayê û piştre jî şandibûn Çînê.
Şirketa teknolojiyê ya Çînê di rapora xwe de diyar kir ku "ji ber rîska jêbirina amaran gihîştineke ewle nehatiye dabînkirin."
Lê belê Karabulut bertek nîşanî vê pêvajoyê da û got:
"Min li Tirkiyeyê bi pisporên sûcên sîber re xeber da. Pisporên li Mêrsîn, Konya û Enqereyê got ku ew dikarin di nava 3-4 saetan de bêyî windakirina ti amaran wê telefonê vekin.
Lê dozgeriyê bi şandina telefonê ya derveyî welat wext bi dest xist. Markeya Çînî ji bo ku rûmeta wê xera nebe dibêje 'Em nikarin vekin', Tirkiye jî tevî ku şiyana wê ya teknîk heye vê nake."
Wekheviya bi Komkujiya Dedeogullariyan re
Parêzer Karabulut eşkere kir ku gefên mirinê li bavê Rojînê tên xwarin lê daxwazên wan ên ji bo parastinê bê bersiv mane.
Wî bal kişand ser doza Komkujiya Malbata Dedeogullariyan a ku parêzeriya wê jî dike û got:
"Li Konyayê 7 endamên malbata Dedeogullariyan berî ku werin qetilkirin gelek caran daxwaza parastinê kiribû lê dewletê ew neparastin.
Niha gef li bavê Rojînê tê xwarin lê parastin nadinê. Ez bangî walîtî û dozgeriyê dikim; vê malbatê biparêzin. Rê medin ku heman serpêhatiya tehl ducare bibe."
Karabulut ragihand ku di salvegera Komkujiya Malbata Dedeogullariyan de ew dê li Konyayê merasîmekê li dar bixin û anî zimên:
"Bavê Rojînê Nizamettîn Beg jî dê wê demê li Konyayê be. Her wiha em dê li gel malbata Gulistan Dokuyê û malbatên din ên mexdûr li wir bin.
Em dê wekî hemû malbatên ku li pey edaletê ne, bi hev re dengê xwe bilind bikin."
30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê 7 endamên malbateke Kurd hatibûn qetilkirin.
Dozên tazminatê yên li dijî Wezareta Dadê û îdareyê yên bi sedema ku daxwazên parastinê yên malbatê li ber çavan nehatine girtin hîn jî didomin. Abdurrahman Karabulut parêzeriya her du dozan jî dike.


