Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku di berdewamiya êrişên Amerîkayê de, li bajarê Baneyê yê Sineyê çend xal bi mûşekan hatine armancgirtin.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, êriş nêzîkî saet 04:00ê berê sibeha îro li ser çend xalên nav bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin.
Medyaya Îranê diyar kir ku heta niha li ser qebareya zererên canî û madî ti agahî nehatine belavkirin.
Divê were gotin ku di şeva 11an a bombebaranên Amerîkayê de, êrişî gelek herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî hat kirin.
Di nav wan herêman de Kengawera Kirmaşanê û Awdanana Îlamê jî hene.



