Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku bi 5 mûşekan êrişî baregeheke wan a li parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Endamê Serkirdayetiya PAKê Edîb Xalidiyan li ser êrişan ji Rûdawê re axivî.
Edîb Xalidiyan got, "Di nava demjimêrekê de bi 5 mûşekên balîstîk êrişî baregeha Çemşarê ya li nêzîkî Kampa Dareşekranê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin."
Xalidiyan diyar kir ku mûşeka yekem û duyem demjimêr 20:30î, mûşeka sêyem 20:56an û ya çarem û pêncem jî 21:00ê hatin avêtin.
Li gorî daxuyaniya Xalidiyan, pergala parastinê bersiva êrişan daye.
Xalidiyan got, "Her pênc mûşek jî ji aliyê pergala parastinê ve hatin xistin. Ti zerer û ziyanên wan nebûn."
Berê jî êrişî wan hatibû kirin
Berê sibeha 19ê Tîrmeha 2026an jî bi dronekê êrişî heman baregehê hatibû kirin û 8 Pêşmergeyên PAKê birîndar bûbûn.
Ev hêza Rojhilatê Kurdistanê heta niha çendîn caran ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye bombebarankirin.
Di êrişên pêştir de 2 Pêşmergeyên PAKê şehîd ketibûn û 26 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Zêdetirî 920 dron û mûşek
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê ve ango ji 28ê Sibatê heta 19ê Tîrmehê bi nêzîkî 920 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama wan êrişan de 31 kesan canê xwe ji dest da û 148 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku 82 kes ji wan birîndaran Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.

.webp&w=3840&q=75)

