Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber bidawîhatina erkê wî yê li Hewlêrê, Konsulê Giştî yê Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem qebûl kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Yann Braem civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî ji ber xizmet û rola wî ya berçav a di xurtkirina pêwendî û dostaniya di navbera Fransayê û Herêma Kurdistanê de spasiya Yann Braem kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha di jiyan û peywira wî ya nû de ji Yann Braem re serkeftinê xwest.
Li gorî daxuyaniyê, Yann Branm kêfxweşî û serbilindiya xwe ya ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê diyar kir.
Braem ji ber piştgirî û hêsankariyên ku di dema peywira wî de pêşkêşî wî kirine spasiya Nêçîrvan Barzanî û saziyên Herêma Kurdistanê kir.
Rewşa Îraqê û navçeyê hat gotûbêjkirin
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê tekezî li ser daxwaza her du aliyan a ji bo bipêşxistina zêdetir a pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û bipêşketinên dawî yên herêmê mijarên din ên hevdîtinê bûn.


