Hewlêr (Rûdaw) - Evîn di hevokên helbest û romanan hilnayê lê carinan birînên ku vedide di zar û zimanan de hilnayên.
Çîroka evîna Nerîmanê jî yek ji wan çîrokan e ku birînên wê di rih, mêjî û dilê zarokên wê de jî nûjen dibin.
Ev dayîka 31 salî hefteyek e li gel du zarokên xwe yên biçûk li kolan û parkên Xebatê (qezaya Hewlêrê) dijî.
Ev jina ku tenê 31 salî ye, ji ber şkence û zehmetiyên jiyanê ji temenê xwe gelekî mezintir xuya dike.
Keça wê ya sal û nîvî ji birçîna û germahiyê digirî û çermê kurê wê yê 10 salî jî di bin tîrêjên tava tîrmehê de şewitiye.
Beriya 16 salan ji malê reviyaye
Çîroka vê jinê vedigere berî 16 salan. Sala 2010an dema ku ew 15 salî bû, li gel xortekî 18 salî yê ji Xebatê reviya û ew kir.
Ji wê demê ve malbata wê ya ji Dihokê, destê xwe ji keça xwe şûştiye û lê xwedî dernakeve.
Piştî salên mişt şkence û azar, hevjînê wê sê meh berê ew berdaye û bêyî dirav û stargeh, ew û zarokên wê avêtine ser kolanan.
"Halê min ji yê kûçikan xerabtir e"
Dayîka zarokan bi girî ji Rûdawê re axivî û got:
“Dê û bavê min 16 sal in ez nedîtime û bi min re napeyivin. Tenê carinan dayîka min bi telefonê bersivê dide.
Dema min telefonî wê kir got ‘Pirsgirêka te ye, tu diçî kû herê.' Niha halê min ji yê kûçikan xerabtir e. Ne cihê min heye û ne jî nan. Keça min ji birçîna digirî û cihê xewê di vê germê de nîne. Ma ev jiyan e?”
Dayîka wê ya li Dihokê: Em êdî wê keçê naxwazin
Rûdawê pêwendî bi dayîka wê jinê ya li Dihokê re danî lê bersiva wê jî bi qasî rewşa keça wê sar û giran bû. Dayîka jina bêmal got:
“Ew gelek sal in çûye û kes qebûl nake ku vegere. Bila here giliyê mêrê xwe bike. Madem dev jê berdaye bila ew jî mafê xwe bistîne. Em êdî wê keçê naxwazin.”
Hevjînê berê yê vê jinê ku bi şkencekirin û avêtina malbata xwe tê tohmetbarkirin, bersiv neda telefonên Rûdawê.
Jina bêstargeh li ser mijarê anî zimên, “Her roj lêdan û azar hebû. Min ji xizmên hevjînê xwe re digot, wan jî digot pirsgirêka te ye.”
Zarok bê nasname mane
Êşa wan ne tenê bêmalî ye, heta niha ji bo her du zarokên vê jinê ti cure nasname nehatine derxistin.
Ji ber vê yekê kurê wê yê mezin ê 10 salî heta niha neçûye dibistanê û ji mafên xwe yên bingehîn bê par maye.
Niha ev dayîk û du zarokên wê li ser rê û kolanan li benda ojdanê mirovahiyê û aliyên pêwendîdar in da ku wan ji vê germahiya kujende ya Tîrmehê rizgar bikin.

