Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî Wanê yê Bakurê Kurdistanê bapîrekî 67 salî neviyên xwe ji ekran û lîstikên dijîtal dûr xistin.
Îrfan Orhan malnişîn e û 7 neviyên wî hene.
Wî biryar daye ku bi rêya lîstik û çalakiyan neviyên xwe ji ekranan biparêze.
Îrfan Orhan li ser van xebatan got, "Eger ev çalakî nebûna, ev zarok dê niha li ber ekranekê asê mabana."
Lîstik û dema xwendinê
Îrfan Orhan diyar kir ku ew dixwaze di demsala havînê de neviyên xwe ji qadên dijîtal dûr bixe û got:
"Min lîstik û çalakiyên curbicur organîze kirine. Wekî mînak tenîsa li ser maseyê, ajotina duçerxeyê û dema xwendinê."
Fêrî jiyana gund dibin
Plana Îrfan Orhan ne tenê lîstik in, ew neviyên xwe fêrî jiyana gund jî dike.
Bapîrê Wanî rojane bi awayekî pratîkî agahiyan li ser jiyana bav û kalan dide neviyên xwe.
Îrfan Orhan li ser vê yekê jî got:
"Me li baxçeyê xwe fêkî û sebze çandine. Bi komkirina wan, ez pêwendiyeke nêzîktir di navbera neviyên xwe û xwezayê de çêdikim.
Bi izna Xwedê em dê bi van çalakiyan bikin ku zarok havîneke tendurist û dûrî ekranan derbas bikin."
"Şîret ne çareserî ne"
Ew bapîr destnîşan dike ku tenê şîretkirin û hişyarkirina zarokan ne çareserî ye.
Li gorî dîtina wî, divê ji bo zarokan alternatîv werin afirandin.
Bi gotina wî xwendina pirtûkan yek ji wan alternatîvên herî baş e.


