Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi nêzîkî 6 hezar gurzên giya yên li hewşa malekê ket û hemû giya bi temamî şewitî.
Li gorî agahiyan, ji ber sedemeke nediyar agir bi giyayê komkirî ketiye.
Pêtên agir di demeke kurt de gur bûne, li nava hewşê belav bûne û hemû gurz kirine xwelî.
Tîmên agirvemirandinê agir kontrol kir
Piştî agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê yên şaredariyên Îdir û Qerekoyunluyê bi piştgiriya makîneyên kar çûn cihê bûyerê.
Bi midaxeleya tîman, agir beriya ku bi derdorê bikeve hat kontrolkirin û vemirandin.
Di bûyerê de ti zererên canî çênebûn lê zerereke zêde ya madî gihîşt xwediyê malê.
Ji bo destnîşankirina sedema derketina agir lêkolîn didome.



