Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Tevgerê got, “Divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertiyê heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike.”
Birêvebiriya Tevgerê li ser mijarê li rojevê daxuyaniyek da û got:
“Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertiyê heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.”
Tevgerê got ku "2 meh in bi Rêber Apo re hevdîtin nayên kirin” û li pey çû:
“Di demekê de ku têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurdan pêvajoya aştî û civaka demokratîk dewam dike, pêkneanîna hevdîtinê bi mizakerevanê sereke yê gelê Kurd re rewşeke ku îzahata wê zehmet e.
Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi heyeta AKP û Devlet Bahçelî re ragihand ku li hev hatiye kirin ku qanûna çarçoveyê meha Tîrmehê bê derxistin.
Piştî bi du rojan jî heyeta DEM Partiyê diyar kir ku dê 23yê Tîrmehê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike. Serokkomar û hinek rayedarên AKPyê gelek caran destnîşan kir ku ev pêvajo gelekî girîng e.
Di mijareke ew çend girîng de pêkneanîna hevdîtinê bi mixatabê sereke ya 2 mehan, nîşan dide ku gotin û pratîk li hev nayên.
Eger dê ji bo çareseriyê qanûneke çarçoveyê ya pêwîst bê derxistin, ev yek bi îradeya yekalî û ferzkirinê nabe. Mitabeqat bi lihevkirina nêrînên dualî dibe. Lewma divê nêrîn û pêşnûmeya ku Rêber Apo pêşniyar kiriye li ber çavan bê girtin."
“Divê afirandina mercên azad ên Rêber Apo bi qanûnekê pêk were”
Daxuyaniya Birêvebiriya Tevgerê bi vî rengî dewam kir:
"Bi navê Tevgerê me nêrîn û fikrên xwe beriya niha bi raya giştî re parve kiribûn. Ji ber vê yekê em naxwazin daxuyaniyeke nû bidin lê belê piştî hevdîtina navbera DEM Partî û AKPyê di mijara qanûna çarçoveyê de careke din hinek nirxandin hatin kirin ku ne yên qebûlkirinê ne.
Hinek kesayetên nêzî AKPyê diyar kir ku di vê qanûna çarçoveyê de dê têkildarî Rêber Apo xalek nebe û kadroyên birêvebir jî li derveyî vê qanûnê bêne hiştin. Qanûnek eger azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li nava xwe negire dê bibe qanûneke ku ti pirsgirêkan çareser neke. Bi rengekî eşkere dê bê wateya sabotekirina pêvajoyê.
Lewma divê afirandina mercên azad ên Rêber Apo bi qanûnekê pêk were. Eger bi qanûneke çarçoveyê ev bê kirin hingî di mijarên ku têne nîqaşkirin de pêşketinek dikare bibe.
Her derdora ku dixwaze pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe, pêwîst e bi eşkereyî qebûl bike ku Rêber Apo aktorê bingehîn ê vê pêvajoyê ye; ev yek jî tenê bi qanûnê dibe.
Ne tenê desthilatdarî, gelekî girîng e ku hemû hêzên siyasî yên mixalîf û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo serketina pêvajoyê di mijara mixatabiya Rêber Apo de helwesteke erênî nîşan bidin. Ji ber ku pirsgirêk dema ku hiqûqî û qanûnî bû, hingî qala çareseriyekê dikare bê kirin.
Eger dê rewşa şer a 50 salî li ser zemîneke siyasî û hiqûqî bê bicihkirin û çareserkirin, wê demê bi dûrxistina kadroyên birêvebiriya tevgerê ji qada siyasî ya demokratîk û azad, çareserî pêk nayê.
Lewma li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
“Divê bi Rêber Apo re nîqaş û lihevkirinek bê kirin”
Bê guman ji bo pirsgirêk bê çareserî neyên hiştin, divê gav di dema xwe de bêne avêtin lê belê qanûn eger ne yekpare be û di mijara çareseriyê de valahiyên xwe hebe, hingî dikare encamên ku nayên xwestin bi xwe re bîn.
Ji ber vê jî divê bi Rêber Apo re nîqaş û lihevkirinek bê kirin û bi vî rengî qanûnek bê derxistin ku valahî tê de tune be. Ev qanûn ne tenê Tevgera me ya Azadiyê, di heman demê de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike.
Her qanûn, dema ku piştgiriya pêwîst wergirt dikare bi ser bikeve. Êdî ne Tirkiye ne jî gelên me dikarin xwe li têkçûneke din ragirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî û derve yên Tirkiyeyê, eger dê qanûna esasî (kok) a çareseriya pirsgirêka Kurdan bê derxistin, gelekî girîng e ku ev qanûn kamilbûyî û gihîştî be. Ji feraseteke ku pirsgirêkê tenê bi danîna çekan ve pênase dike serxistina vê pêvajoyê nayê hêvîkirin.
Bidawîbûna pêvajoya şer a bi temamî û çareseriya pirsgirêka Kurdan bi esasî mijareke demokratîkbûnê ye. Eger dê li ser şer û tundiyê israr neyê kirin, hingî yekane rêya çareseriya pirsgirêkan demokratîkbûn e.
Her polîtîkaya ku demokratîkbûnê ji xwe re neke armanc tê wateya israra li ser şer. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo bidawîkirina pêvajoya şer a ji dehan salan di çareseriya aştî û civaka demokratîk de israr dike.
“Pêwîstiyeke esasî ya têkoşînê ye”
Tevgera me ya Azadiyê jî bawer dike ku yekane rêya çareseriyê ev e û vê feraseta xwe bi helwesta xwe bi eşkere nîşan dide.
Nabe ku demokratîkbûn tenê ji helwesta dewlet û rêxistinan re bê hiştin. Ji bo demokratîkbûnê divê saziyên demokratîk ên civakê û rêxistinên civaka sivîl bi rengekî çalak bikevin dewrê.
Hêvî û bendemayina ku 'Dewlet dê çi gavê biavêje?' dê bê wateya fêhmnekirina têkoşîna demokratîkbûn û dîrokê.
Demokratîkbûn di encama rageşiya navbera têkoşînê û dewletê de pêk tê. Pêwîstiyeke esasî ya têkoşînê ye ku bêyî li benda dewletê bê sekinandin bê dê çi gavê biavêje, divê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de rêxistinbûn bê kirin û ji bo avakirina civakî têkoşîn bê meşandin.
Lewma divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin û têkoşîna demokrasiyê bilind bikin."



