Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Zubeyîr Aydar li ser amadekirina "qanûna çarçoveyî" ya ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan daxuyaniyek da.
Aydar diyar kir ku wan pêşniyarên xwe hem ji Abdullah Ocalan re şandine û hem jî pêşkêşî dewletê kirine.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê di asteke krîtîk de ye.
Tê payîn ku heyeta DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê îro here Îmraliyê.
Heyet dê li wir pêşniyarên AK Partiyê yên li ser "qanûna çarçoveyî" bide Abdullah Ocalan û li ser van mijaran nêrînên wî wergire.
"Divê qanûn bingeha çareseriyê ava bike"
Zubeyîr Aydar li ser mijarê ji Ajansa Welat re axivî û destnîşan kir ku qanûna çarçoveyî divê bingeheke xurt ji bo çareseriyê ava bike û wiha got:
"Pirsgirêka Kurdan meseleyeke sedsalan e û tenê bi qanûnekê çareser nabe. Divê hemû qanûnên Tirkiyeyê yên ku li ser înkara Kurdan hatine avakirin werin guhertin.
Heta ku qedexeya li ser ziman, çand û nasnameya Kurdî ranebe, mesele çareser nabe. Divê ev qanûn rê li ber çareseriyeke bingehîn veke."
Statuya Abdullah Ocalan
Aydar bal kişand ser rewşa Ocalan û diyar kir ku dewlet wî wekî mixetab dibîne, loma divê statuya wî were misogerkirin û anî zimên:
"Heke em di çareseriyê de ji dil bin, divê pêşiya Birêz Ocalan vekirî be û karibe bi hemû aliyan re têkeve pêwendiyê.
Statuya wî xala yekem a çareseriyê ye. Heke mizakerevanê sereke di vê rewşê de be, çareserî ne pêkan e."
Danîna çekan
Zubeyîr Aydar derbarê nûçeyên ku dibêjin qanûn dê "birêvebir û ne birêvebiran" ji hev cuda bike, got ku ev nêzîkatî ne ji bo çareseriyê ne û li pey çû:
"Mesele ne tenê danîna çekan e. Gelê Kurd ji ber ku nikarîbû siyaseta demokratîk bike, neçar ma berê xwe bide çiyê.
Divê sedemên çekgirtinê werin rakirin. Heke qanûneke wekî 'qanûna poşmaniyê' bînin, ev yek ti pêşketinan bi xwe re nayîne."
Aloziyên li Rojhilata Navîn
Aydar diyar kir ku li Rojhilata Navîn "Şerê Cîhanê yê Sêyem" heye û Tirkiye neçar e hinek guherînan bike û destnîşan kir:
"Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi cîranên xwe re bi rêyên wekhev çareser bikin lê heke hişmendiya li hemberî me neguhere, em dê jî wekî neteweyekê li gorî mafên xwe tevbigerin.
Tirkiye yan dê vê pirsgirêkê çareser bike yan jî dê alozî berdewam bikin û her du gel jî zererê bibînin."
Banga yekîtiya neteweyî
Zubeyîr Aydar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got:
"Li Rojava pêvajoya entegrasyonê berdewam dike. Hikumeta Şamê jî wekî Tirkiyeyê hîn gavan bi derengî dixin û dixwazin hinek tiştan li ser Kurdan ferz bikin lê ew nayê qebûlkirin û divê Kurd xwedî statu bin.
Demekê dirêj e şerê Îran, Amerîka û Îranê heye. Îranê ji destpêkirina şer û vir ve êrişên xwe li dijî Kurdan ranewestandin. Li Başur aloziyên cuda hene. Hîn hikumet nehatiyê avakirin û parlamento ne li ser kar e.
Li Bakurê Kurdistanê jî pêvajoyek heye û ew pêvajo ji bo hemû Kurdan pêvajoyeke stratejîk e. Heke em karibin vê pêvajoyê bigihînin encamê, em dikarin pirsgirêkên parçeyên din jî çareser bikin.
Di vê qonaxe de lêgerîna yekitiya neteweyî esas e. Tevgera Azadiyê di vî warî de xwedîrol e. Ji bo yekitiyê heyet hatine avakirin û dê bi hemû partiyan re biaxivin da ku em karibin di demekê zû de konferansekê kom bikin.
Ew hewldan berdewam dike. Em dê di salvegera Lozanê de li wir wekî hemû Kurd werin cem hev û li dijî parçekirina welatê xwe helwestê nîşan bidin.
Divê baş be zanîn ku tişên ku heta niha gerîla dikir, ji niha û şûn ve em dê bikin. Yanî em dê kar û xebatên xwe zêdetir bikin.
Em dê dîplomasî, çalakî û di hemû qadan de xebat û têkoşîna xwe mezin bikin. Yekitiya Kurdan di vê rewşe de meseleyeke stratejik e. Rêber Apo jî li ser vê radiwestê û ji me re jî peyaman dişîne. Divê rayedar bilezînin.”



