Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê û derdora wê erdhejeke bi hêza 5,2 pileyan çêbû û piştî wê bi 5 xulekan erdhejeke din a bi hêza 5,7 pileyan rû da.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku erdhej saet 07:13an a vê sibehê (saet 06:43an bi dema Hewlêrê) li bajarokê Kuzeranê yê Kirmaşanê rû daye.
Hûrgiliyên erdhejê
Navenda Niştimanî ya Erdhejzaniyê ya Peymangeha Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê eşkere kir ku erdhej di kûrahiya 8 kîlometreyan de çebûye.
Navenda erdhejê 17 kîlometreyan ji Kuzeranê, 23 kîlometreyan ji Gewareyê û 26 kîlometreyan ji Riwanserê dûr bûye.
Her wiha hat diyarkirin ku cihê erdhejê 65 kîlometreyan ji navenda parêzgeha Kirmaşanê û 98 kîlometreyan ji bajarê Sineyê dûr e.
Heta niha li ser zererên canî yan jî yên madî ti agahî nehatine belavkirin.
Li Îlam, Hemedan, Sine, Loristan, Helebce û Silêmaniyê hest bi van erdhejan hatiye kirin.



