Hewlêr (Rûdaw) - Zozanên çiyayê Kêla Memê li bilindahiyên navçeya Qilabana Şirnexê ne.
Komeleya Çand û Xwezayê ya Goyan (GOYÎ-DER) geşteke xwezayî ji bo vê deverê pêk anî.
Serokê Komeleya GOYÎ-DERê Serhat Yildiz li ser geştê û çiyayê Kêla Memê agahî dan û got:
“Em wekî Komeleya Çand û Xwezayê ya Goyan îro (18ê Tîrmeha 2026an) hatin ser Kêla Memê.
Kêla Memê çiyayê herî bilind ê Şirnexê ye û bilindahiya wî 3 hezar û 300 metre ye.”
Di van demên salê de li piraniya navçe û deverên Bakurê Kurdistanê germahiyeke zêde dest pê kiriye û mirov cihên hênik bi hêsanî bi dest naxin.
Lê li hinek deverên Kêla Memê ji ber bilindahiya zêde heta zivistanê jî berf li erdê dimîne.
Çîroka Memê Şivan
Ev çiya xwedî çîrokeke efsûnî ye û wî navê xwe ji lehengê wê çîrokê wate ji "Mem" wergirtiye.
Birêvebirê Komeleya GOYÎ-DERê Zekî Urper qala çîroka çiyayê Kêla Memê kir û got:
"Dibêjin Memê Şivan li Îraqê şivan bûye.
Li wê derê pezê xwe dida beriyê û bi şev jî dianî Kêla Memê û li vir diçêrand.
Piştî demekê bêrîvan pê hesiyan ku pezê wan bi şîr ketiye û qelew bûye.
Rojekê davekî kerkolê (giyayê ajelan e) bi şaxê bizinekê ve mabû. Bêrîvanan dît û wan got ev kerkola Kêla Memê ye.
Piştî ku bêrîvan pê hesiyan sihra şivan betal bû û wî êdî nekarîbû pezê xwe bîne vê derê. Me çîrok wiha bihîstiye."
8 demjimêr meş
Kêla Memê bi qasî 30 kîlometreyan dikeve bakurê navçeya Qilabanê û digihîje sînorên parêzgeha Sêrtê.
Lê çûna wî çiyayî û dîtina van dîmenên bêhempa û dilrevîn ne ew qasî hêsan e.
Her kesê ku bixwaze biçe vê derê, divê 4 demjimêran biçe û 4 demjimêran jî vegere, wate divê ew kes hesabê 8 demjimêrên meşê bike.


