Hewlêr (Rûdaw) - Encamên "Pêşbirka Rojnamegerên Serkeftî yên Salê ya Kevneşopî" ya ku îsal ji aliyê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) ve 40emîn car hat lidarxistin eşkere bûn.
Tora Medyayî ya Rûdawê, di pêşbirkê de di du beşên cuda de hêjayî xelatê hat dîtin.
Di encama nirxandinên hûr û kûr ên endamên jûriyê de, Pêşkêşkarê Rûdaw TVyê Rawîn Stêrk bi bernameya xwe ya “Gel Anlat Çozum Ozel” (We Bibêje Taybet bi Çareseriyê) di beşa Bernameyên TVyê de xelata yekemiyê wergirt.
Di beşa Nûçeyên Kurdî de jî nûçeya Nûçegihanê Rûdaw TVyê Abdulselam Akincî ya bi sernavê “Nivîskarê Bêqelem” hêjayî xelatê hat dîtin.
Navê rojnamegerên hoste hat jiyandin
GGCyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev pêşbirk 40 sal in bê navber tê lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku navên rojnamegerên hoste Ekrem Sunar, Bulent Boztepe û Ertugrul Pîrînççiogluyê ku bi salan xizmeta pîşeya rojnamegeriyê kiriye û par wefat kiriye dane beşên pêşbirkê yên îsal.
Xelatên taybet gihîştin xwediyên xwe
Di çarçoveya pêşbirkê de xelatên taybet ên li ser hestiyariya civakî û azadiya çapemeniyê jî gihîştin xwediyên xwe:
Xelata Taybet a GGCyê: Dan Rojnameya Dibistana Seretayî ya Seyrantepeyê ku zarokan bi rojnamegeriyê dide naskirin.
Xelata Taybet a Sala 40emîn a GGCyê: Dan Mutlu Kayayê ku piştî rastî êrişeke çekdarî hat têkoşîneke zor a jiyanê da û bû sembola mafê jiyanê û hevgirtina jinan.
Xelata Taybet a Jûriyê ya GGCyê: Pêşkêşî Malbata Gulistan Dokuyê hat kirin ku bi salan e ji bo dîtina keça xwe ya winda bêwestan li edaletê digerin.
Xelatên Azadiya Çapemeniyê yên GGCyê: Zazakî News a ku tevkariyê li dîtbariya Zazakî ya li qada giştî dike û Botan Internationala ku piştgiriyê dide bipêşketina medyaya Kurdî û perwerdeya rojnamegeran hêjayî xelatê hatin dîtin.
Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat tekez kir ku pêşbirk bi armanca teşwîqkirina rojnamegeriya bikalîte û veguhastina bîra hevpar a pîşeyê ji nifşên nû re tê lidarxistin û îsal ji gelek parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê berhem tevlî pêşbirkê bûne.
Jûrî ji kê pêk tê?
Endamên Komîteya Hilbijêr a Pêşbirka Rojnamegerên Serkeftî yên Salê ya Kevneşopî ya GGCyê ji van navan pêk hat:
Abdurrahman Antakyalî, Ahmet Akpolat, Ahmet Altaş, Ahmet Dumanlî, Aliser Delek, Alîhan Sonmez, Arif Dîzdaroglu, Aytekîn Polatel, Bulent Mumay, Burak Ersemîz, Cem Tekel, Prof. Dr. Evren Dasdag, Dogan Satmiş, Emrah Oktay, Ersoy Diyar, Fatîh Yilmaz, Faysal Karahan, Gokçer Tahîncioglu, Hamdî Îstanbullu, Hakan Kahraman, Xatîce Kamer, Hêvîdar Zana, Huseyîn Yilmaz, Îsmaîl Ozmeral, Kenan Yeşîlyurt, M. Alî Demîr, Mete Çubukçu, Muharrem Yildiz, Murat Bayram, Mustafa Karagol, Nevîn Sungur, Nevzat Çîçek, Doç. Dr. Ozcan Demîr, Pinar Turenç, Ruşen Çakir, Saygi Ozturk, Sedat Suna, Şemal Ebdullah, Sînan Dîrlîk, Tayyîp Hoşbaş, Tolga Bozoglu, Ugur Demîrkirdi, Xalid Sadinî, Doç. Dr. Zuhal Akmeşe û Zulfîkar Alî Aydin.



