Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya avê ya 53 gundên Akrê, Xelîfan û Mêrgesorê vekir.
Ev proje ji 3 stasyonên parzûnkirin û şandina avê ya gundan pêk tê ku 24 pomp û 70 depoyên wan ên avê hene.
Navê projeyê "Balinda-Barzan" e û sala 2013an hîmê projeyê hatibû danîn û berê karên wê hatibûn rawestandin lê beriya demekê karên wê ji nû ve dest pê kir.
Çavkaniya ava projeyê rûbarê gundê Balindayê yê navçeya Mêrgesorê yê Hewlêrê ye û stasyona parzûnkirina avê jî dê li heman gundî be.
Şiyana projeyê heye ku di demjimêrekê de 1200 metre sê goşe avê biparizîne û bi rêya boriyan av digihêje 53 gundan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema vekirina projeyê de destnîşan kir ku hikûmet gihandina xizmetguzariyan a hemû dever û navçeyên Herêma Kurdistanê didomîne û bêyî cudahî xizmeta hemû deveran dike.
Mesrûr Barzanî her wiha got, "Em hewl didin ewlehiya avê ya Herêma Kurdistanê xurt bikin."



