Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku ew kesên di otomobîlê de bûn ji bo geşta dawiya hefteyê ji Amedê çûbûn Rihayê.
Qeza li ser rêya girêdanê ya otobana navçeya Bêrecûkê ya Rihayê, li xala veqetandina rêya Xelfetiyê rû da.
Li gorî zanyariyan, otomobîla bi plakaya 07 BJZ 451 a ku kesên ji Amedê ji bo geştê çûbûn navçeya Xelfetiyê ya Rihayê tê de bûn, dema ku derket ser rêya girêdanê ya otobanê, wesayîta bazirganî ya bi plakaya 61 VS 420 li tenişta wê xist.
Sê kes mirin
Piştî qezayê, hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê, ambulans û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Di lêkolîna tîmên tenduristiyê de derket holê ku Geneş Sezika 44 salî, Zemzama Severa 67 salî û Zeynep Sezika 16 salî yên di otomobîlê de bûn, mirin.
Dermankirina 7 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn li nexweşxaneyên cuda yên bajêr didome.


