Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 7 kes birîndar bûn.
Li destê sibehê li devera Depînê ya Colemêrgê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Heta niha navên şofêran nayên zanîn.
Piştî agahdarkirina aliyên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê, AFAD, UMKE, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de zarokek jî di nav de, bi giştî 7 kes birîndar bûn.
Tîman birîndar ji nav otomobîlan derxistin û bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa kesekî ne baş e.



