Hewlêr (Rûdaw) - Îro 40 roj di ser wefata hevalkarê me Birêvebirê Ofîsa Bexdayê ya Rûdawê Helkewt Ezîz re derbas bûn.
Ji bo çilê wî li Kerkûkê merasîmeke taybet hat lidarxistin.
Mirovên, hevalkar û hevalên Helkewt û rojnameger beşdarî merasîmê bûn.
Her wiha Alîkarê Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha û bi dehan kesên din jî amade bûn.
Birêvebirê Newsgatheringê (Komkirina Nûçeyan) ya Rûdawê Bêstûn Nûrî li ser navê Tora Medyayî ya Rûdawê peyamek xwend:
“Îro çil roj in xemeke giran li ser dilê me û tevahiya Kurdistanê daniye. Berî çil rojan, bûyereke diltezîn ne tenê laşê hevkarekî me yê ezîz ji me stand lê dengekî rastgo jî bêdeng kir û ji xelkê stand.
Me di Tora Medyayî ya Rûdawê de, ne tenê hevkarekî xwe ji dest da me birayek, dostekî dilsoz û nimûneyeke mirovahiyê ji dest da.
Tîn û germiya rojên şîna wî û ew xema giştî ku hemû Kurdistan da ber xwe, şahidiya herî mezin e ku Kak Helkewt çi qasî di dilê xelkê de cih girtibû û dihat hezkirin.
Ev hezkirin ne bi tesadufî hatibû lê berhema çendik û çend salên karê bêwestan, pakî û rastgoyiya wî ya di pîşeya wî de bû.
Kak Helkewt li du dibistanan hatibû perwerdekirin, di nav malbata xwe de bi destê dê û bavekî rastgo û welatparêz mezin bûbû, di warê ragihandinê de jî perwerdeya Rûdawê bi temamî wergirtibû ku rojnamegerî berpirsiyarî ye, divê zanyariyên rast û durist bide xelkê, bide pey kêşeyên wan û wan bigihîne karbidestan ji bo çareseriyê.
Lewma di çavê xelkê de her tim wekî kesekî mizgînder dihat dîtin, ev yek jî bû sedem ku ji aliyê her kesî ve were hezkirin.
Mirin rastiyeke neçarî ye ku nayê înkarkirin û çarenivîsa dawî ya her mirovî ye, di vê gerdûnê de ti kes nikare xwe ji vê rastî û çarenivîsê dûr bigire. Lê belê tiştê ku jiyan û mirina mirovan ji hev vediqetîne, ew nav, navûdeng û karaktera ku mirov li dû xwe dihêle ye.
Serbilindiya herî mezin û nîşana serkeftina mirov di jiyanê de ev e ku, dema koça dawî dike, welatê wî wekî lawekî dilsoz û welatperwer navê wî bîne ziman, malbata wî bi serbilindî bi navê wî bê naskirin û heval û hevpîşeyên wî jî bi şanazî bîranînên wî vebêjin.
Helkewt bi vî rengî jiya ku îro em hemû li vir ne tenê ji bo şîngirtinê, belku ji bo rêzgirtina li wê dîroka tijî şanazî ya ku wî ji bo xwe, malbata xwe û Tora Medyayî ya Rûdawê tomar kiriye, kom bûne.
Amadebûyên hêja, di vê bîranînê de, em ji Helkewt Ezîzê hezkerê hemûyan re dibêjin:
Her çend mirina bêwext û wê bûyera bêyom tu ji me qut kirî lê navê te dê di dîroka ragihandina Kurdistan û Îraqê de û di dilê her hevkarekî te yê li Rûdawê de bi nemirî bimîne. Em li ber van mirovên hêja soz didin ku em dê rêça te berdewam bikin, rêça gihandina rastiyê û karê ji bo xelkê.
Di dawiyê de, bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê û tevahiya hevkarên xwe li Rûdawê, em careke din sersaxiyê li xwe, li malbata Kak Helkewt û li tevahiya xelkê Kurdistanê dikin.
Em ji Xwedayê mezin lava dikin ku cihê hevkarê me bihişta berîn be û hedan û aramiyê bide dilê me hemûyan.”
Alîkarê Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha îro li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê beşdarî merasîma çileyê ya Nûçegihan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz bû û axivî.
Rêbiwar Teha di merasîmê de got, "Jidestdana Helkewt Ezîz şokeke biêş bû. Helkewt tenê karê ragihandinê nedikir, ev kar ji bo wî berpirsiyariyek bû li hemberî bajarê wî, Herêma Kurdistanê û Îraqê jî."
“Di veguhestina nûçeyan de rastgo bû”
Rêbiwar Teha qala taybetmendiyên Helkewt Ezîz kir û got:
"Du taybetmendiyên baş bi Helkewt re hebûn, wî hest bi berpirsiyariyê dikir û di veguhestina nûçeyan de rastgo bû."
Rêbiwar Teha diyar kir ku ev yek bû sedem ku ew li ser asta Kurdistan û Îraqê bê hezkirin.
Wî anî zimên ku ew kesên ku Helkewt ji nêz ve nedinasîn jî ji bo koça wî ya dawî xemgîn bûn.
Rêbiwar Teha destnîşan kir ku wan berê li Kerkûkê dibistanek bi navê Şehîd Soran Mame Heme vekiriye.
Wî ragihand ku wan niha biryar daye heman pêngavê ji bo Helkewt Ezîz jî biavêjin.
Rêbiwar Teha wiha axivî:
"Me baş dît ku em navê Kak Helkewt li yek ji dibistanên Kerkûkê bikin.
Em dê di rojên pêş me de dest bi rêkaran bikin. Di werza nû ya xwendinê de dê xwendekar li wê dibistanê bixwînin ku navê Helkewt Ezîz lê ye."
Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Îraqê ya Kerkûkê
Berpirsê Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Îraqê ya Kerkûkê Merwan Anî jî di bîranînê de axaftinek kir û got:
"Ez bi nûnertiya Rêzdar Mueyed Lamî, Neqîbê Sendîkaya Rojnamegerên Îraqê li vir im.
Helkewt mînaka rojnamegerekî serkeftî bû. Peyameke wî ya mirovî hebû. Bi wê yekê dihat naskirin ku xwedî exlaqekî bilind bû.
Kesekî aram bû, mînak bû ji bo rojnamegeran. Li Kerkûkê çendîn rojnamegerên baş derketin. Di kargeha Kerkûkê de Helkewt mînaka yên herî baş bû, Helkewtê me yê delal."
"Em destxweşiyê li wefadariya Rûdawê dikin"
Merwan Anî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Em sersaxiyê ji kesî re naxwazin, em sersaxiyê ji xwe re dixwazin.
Helkewt dê bi nemirî di bîra me de bimîne. Em destxweşiyê li wefadariya Rûdawê û hemû karmendên wê dikin.
Em destxweşiyê li rojnamegerên Kerkûkê dikin ku bi hemû rengên xwe bi deng û rengê xwe bi me re bûn û yekgirtî bûn."
"Ew mînaka herî xweşik a rojnamegerên Kerkûkê bû"
Berpirsê Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Kerkûkê Mehdî Ziryan jî di bîranînê de axaftinek kir û got:
"Îro rojeke nexweş û bîranîneke xemgîn e. Ez hêvî dikim ev daxwaza dawî be ji bo me rojnamegeran û malbata wî ya ezîz."
Mehdî Ziryan li ser destpêka karê rojnamegeriyê yê Helkewt Ezîz jî wiha axivî:
"Piştî ku em di sala 2003yan de vegeriyan vî bajarî, Kerkûkê, bajarekî şehîdkirî, bajarekî ji dest û pê ketiye.
Komek ciwanên xweşik ên vî bajarî di warê hunerî, rojnamegerî û medyayê de pir bi lez, cidî û dilsozane tevgereke xweşik li bajar çêkirin.
Yek ji wan xortên xweşik û jêhatî Kak Helkewt bû. Mixabin 40 roj berê wekî şokekê me ew nûçe bihîst (nûçeya mirina Helkewt)."
"Li qadên herî metirsîdar xebitîn"
Berpirsê Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Kerkûkê gazin ji rewşa rojnamegerên Kerkûkê kirin û got:
"Me gelek caran gotiye û ez niha jî dubare dikim. Ev xortên ku ji serî de di nav agir û asinan de dest bi karê rojnamegeriyê kirine.
Ez bawer nakim rojnamegerên ti bajarên Îraq û Herêma Kurdistanê, qasî rojnamegerên Kerkûkê bêxwedî bin û li qadên herî metirsîdar xebitîbin.
Lê mixabin heta zindî ne, qedrê wan wekî ku pêwîst e nayê zanîn. Ez hêvî dikim ji vê roj û gavê ve wefata Helkewt bibe ew destpêk ku qedrê zindiyan jî bê zanîn û nehêlin bimîne piştî mirinê û em wehê ji bo wan bixwin."
Nûçegihan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz, 8ê Hezîrana 2026an li ser rêya Bexda û Besrayê rastî qezayeke trafîkê hat.
Helkewt Ezîz heman rojê piştî nîvro ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.
Wî 20ê Kanûna Pêşîn a 2015an li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kiribû û ji ber çalakbûn û rastgotiya xwe bûbû cihê baweriya temaşevanan.
Helkewt Ezîz sala 1989an di koçberiyê de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûbû û bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê bû.
Wî bawernameya dîplomayê di warê derhêneriyê de li Peymangeha Hunerên Ciwan a Kerkûkê wergirtibû.
Helkewt Ezîz 16 salan di warê medyayê de xebitîbû.


