Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, xebatên ji bo dîtina çiyagerê ku 5 roj berê di dema hilkişîna ser Çiyayê Cîloyê de winda bûye didomin.
Heta niha ti şop ji wî çiyagerî nehatine dîtin û malbata wî ji Bursayê çûye Colemêrgê û li benda xebera xêrê ye.
Li gorî agahiyan, 2 çiyager 13ê Tîrmehê ji bajarê Bursayê çûnê Colemêrga Bakurê Kurdistanê.
Wan berê xwe daye Zozanên Balayê yên li Geliyê Spîxaneyê ku hilkişin lûtkeya Çiyayê Cîloyê.
Di dema hilkişînê de, li herêmeke bi zinarên asê çiyagerekî biryar daye ku vegere lê belê çiyagerê din Yuksel Işikê 61 salî meşa xwe ya ber bi lûtkeyê ve domandiye.
Piştî ku Işik gihîşt lûtkeyê, bi rêya telefonê bi vîdeo li gel malbata xwe axiviye û kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftina hilkişînê parve kiriye.
Lê belê ew bû pêwendiya dawî û ji wê demê ve ti agahî jê nehatine wergirtin.
Piştî ku demeke dirêj agahî ji çiyagerê 61 salî nehatin wergirtin, hevalê wî û malbata wî rayedarên parêzgehê û tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.
Li ser vê yekê, tîmên AFAD, cendirme û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina çiyagerê winda dest bi xebatan kirin.
Xebatên lêgerînê bi balafiran didomin
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li qûntarên Çiyayê Cîloyê dest bi lêgerînê kir.
Her wiha bi alîkariya dronan jî qadê pişkinîn dikin lê ji ber ku herêm çiyayî û zinarên asê ne, tîm di xebatên lêgerînê de rûbirûyî zehmetiyan dibin.
Tîm bi şevê navberê didin xebatên lêgerînê û sibehê careke din dest bi lêgerînê dikin.
Hevjîna wî Muzeyyen Işik û keça wî Asya Işik ji Bursayê çûne Colemêrgê û li bendê ne ku xebereke xêrê jê wergirin.
Muzeyyen Işikê da zanîn ku hevjînê wê dema herî dawî pêwendî li gel kiriye jê re gotiye ku ew hilkişiyaye lûtkeyê û got, "Ez gelekî xemgîn im, ez piştrast im ku ew li cihekî li benda alîkariyê ye."
Keça wî Asya Işikê jî diyar kir ku bavê wê ev hilkişîn ji mêj ve plan kiribû û gihîştina lûtkeyê xeyala wî bû.
Lûtkeya Çiyayê Cîloyê ku Reşko jê re tê gotin, 4 hezar û 135 metreyan ji asta deryayê bilind e.
Piştî Çiyayê Agiriyê, lûtkeya duyem a herî bilind a Bakurê Kurdistanê ye.
Ev lûtke di salên dawî de ji bo çiyagerên navxwe û biyanî bûye navendeke girîng a geştiyariyê lê ji ber ku lûtkeyên wê asê ne û hewaya wê di nav kêliyan de diguhere, hilkişîna vî çiyayî rîskên mezin jî bi xwe re tîne.
Pispor her tim hişyariyê didin çiyageran da ku bêyî rêberên pispor bi tenê dernekevin lûtkeyan, ji ber ku di rewşên wiha de midaxele û dîtina kesên winda gelekî zehmet dibe.
Hevjîna çiyagerê winda Muzeyyen Işikê anî ziman:
"Herî dawî ez bi pêwendiya vîdeoyî li gel wî axivîm, got, ew gelekî kêfxweş e ku gihîştiye lûtkeyê û çiya û derdora wê derê nîşanî min da.
Got, niha ez dê dakevim xwarê, hevalê min li jêr li benda min e û li wir telefon nakişîne, tenê li vir şebeke heye.
Bi vî rengî xatir ji me xwest. Piştî wê me êdî agahî jê wernegirt.
Îro roja pêncan e. Ez pir xemgîn im, ez piştrast im ku ew li cihekî ye û li benda alîkariyê ye."



