Hewlêr (Rûdaw) - Îşev li asmanê Hewlêrê dengê teqînên bihêz ên li pey hev hat bihîstin.
Derket holê ku ew deng ji ber çar dronan bû ku ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatine teqandin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, çar dronên ku bajarê Hewlêrê kiribûn armanc ji aliyê pergalên parastinê ve hatin tesbîtkirin û hêzên parastinê ew dron li asmanê bajêr bê bandor kirin û xistin xwarê.
Dîmenên pergalên parastinê
Di wan dîmenên vîdeoyî de ku gihîştine Rûdawê û li ser torên civakî bi lez belav bûne, tê dîtin ku pergalên parastinê (C-RAM) çalak bûne.
Di vîdeoyan de kêlî bi kêlî diyar dibe ku pergalên parastinê li hewayê bersivê didin dronan.
Li hêla din îşev rişî Taslûceya Silêmaniyê hat kirin.
Li gorî dîmenên vîdeoyî yên ku ji bo Rûdawê hatine şandin, li derdora wî cihê ku lê hatiye xistin agirekî mezin derketiye û li gorî agahiyan birîndar hene.
Vê sibehê jî bi gelek dron û mûşekan êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin.
Dezgeha Ewlehiyê ya Herêmê ragihand ku bi 7 mûşekan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê eşkere kir ku di êrişên li Silêmaniyê de 9 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Amarên êrişan
Li gorî şopandina Rûdawê, ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de (28ê Sibatê) heta îro, 904 dron û mûşek berdane Herêma Kurdistanê.
Di encama van êrişan de 30 kes şehîd ketine û 138 kes jî birîndar bûne.
Amarên êrişan ên li gorî parêzgehan bi vî awayî ne:
Hewlêr: 617 êriş
Silêmanî: 254 êriş
Dihok: 31 êriş
Helebce: 2 êriş



