Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkan got, “Me têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Rêya aştiya rast ji Îmraliyê derbas dibe."
Rojnameger Ruşen Çakirê ji “Medyascope”yê li Qendîlê bi Duran Kalkanê Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan re hevpeyvînek kir.
Kalkan ragihand ku ew di mayîndekirina pêvajoya nû de bi biryar in û destnîşan kir ku “Her tişt bi şer çareser nabe û êdî dema siyasetê hatiye.”
Banga aştiyê û agirbest
Duran Kalkan diyar kir ku ew banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê esas digirin û anî zimên ku wan ev bang bi lez nirxand û 1ê Adarê agirbest ragihand û li pey çû:
“Dê êdî wekî berê şer nebe. Heta ku şert û merc neyên guhertin û biryareke nû ya kongreyê neyê dayîn, em dê li dijî Tirkiyeyê çalakiyên çekdarî nekin. Em dixwazin pêşiya siyasetê were vekirin.”
"Yên ku şer dikin aştiyê tînin"
Kalkan rexneyên li ser "lîstika Erdogan" û derketina Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî nirxandin û got:
“Yên ku şer dikin dikarin aştiyê bînin. Normal e ku derketineke wiha ji aliyê Devlet Bahçelî ve were kirin. Eger ji sedî yek îhtimaleke erênî hebe, em ji wê derê dest pê dikin û derfetê mezin dikin.”
Kilîla çareseriyê li Îmraliyê ye
Duran Kalkan eşkere kir ku çareseriya mayînde tenê bi tevlîbûna Abdullah Ocalan pêkan e û diyar kir ku wan dawî li têkoşîna çekdarî aniye û biryara fesixkirina rêxistinê daye lê ji bo vê divê zemîna siyasî û hiqûqî were amadekirin û anî zimên:
“Eger aştiyeke rast tê xwestin, rêya wê ji Îmraliyê derbas dibe.”
Banga ji bo berdana Demîrtaş
Duran Kalkan xwest ku Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî werin berdan û biryarên DMMEyê werin bicihkirin û li ser vê mijarê got:
“Demîrtaş kesekî pir bi tecrube ye. Eger ew li derve be, dikare di pêvajoyê de roleke baş bileyîze.”
Bipêşketinên li herêmê û NATO
Kalkan bal kişand ser bipêşketinên li Sûriye û Rojhilata Navîn û anî zimên ku divê Kurd di serdema nû de bigihin statuyeke demokratîk.
Kalkan her wiha Civîna NATOyê ya li Enqereyê rexne kir û got: “NATO ji xeynî biçekbûn û şer tiştekî din hizir nake. Ew tiştekî nade Tirkiyeyê.”
Duran Kalkan tekçûna pêvajoya berê bi bîr anî û got, “Pêvajo vê carê têk naçe.”
Wî diyar kir ku daxuyaniyên Ocalan ên ku “xweserî û netetedewlet” nexwesiye di nav gel de û di nav gerîlayan de “şaşmayîneke mezin” çêkiriye û got, “Lê ramaneke Rêber Apo ya bipergal heye.”



