Hewlêr (Rûdaw) - Du hevalên siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê yên ku hatibûn revandin piştî 7 salan hatin berdan.
Hevrîn Xelef berî 7 li ser rêya navneteweyî ya M4ê hatibû şehîdxistin.
Dema Hevrîn Xelef hat şehîdxistin Azad Ebdulkerîm Osman û Mihemed Ela Seîd Îbrahîm jî pê re bûn û ji aliyê koma çekdar a bi serokatiya Hatim Ebû Şeqra ve hatibûn revandin.
Bûyera sala 2019an
Otomobîla wan li devera di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de (li başûrê Serê Kaniyê) bûbû hedefa êrişê û li xaleke kontrolê ya koma "Ehrar al-Şerqiye"yê ya ku bi ser Tirkiyeyê ve ye, hatibûn revandin.
Ew bûyer meha 12ê Çiriya Pêşîn a sala 2019an çêbûbû.
Malbat li benda vegera wan in
Bavê Azad ji Rûdawê re ragihand ku nûçeya berdana kurê wî gihîştiye wan lê heta ku kurê wan negihe mala xwe ew nikarin ji sedî 100 piştrast bibin.
Wî anî zimên ku ji wan re hatiye gotin kurê wî û hevalê wî Mihemed hatine berdan lê belê malbat hîn nizane bê ma ew niha li kû derê ne û dê kengî bigihin Qamişloyê.



