Dihok (Rûdaw) - Cadûgerî û sihirbazî li parêzgeha Dihokê bûye metirsiyeke mezin.
Sihirbaz di bin navê çareserkirina pirgirêkên civakî û zivirandina evîndaran de, zêr û pereyên welatiyan talan dikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê mehekê bi pey bûyerê ket û tora sihirbazan û karesata jineke ku 25 misqal zêrên xwe ji dest dane eşkere dike.
Nûçegihanê Rûdawê bi kameraya veşartî çûye nav odeyên tarî yên sihirbazan.
25 misqal zêr û 500 hezar dînar av û av çûn
Ev çîroka qurbaniyeke destê sihirbazan e. Vê xanimê ji bo zivirandina dergistiyê xwe berê xwe daye sihirbazekî.
Sihirbaz di nava sê mehan de bi hinceta "karê li ser dozê", 25 misqal zêr û nêzîkî 500 hezar dînarî jê standine.
Sihirbaz piştî standina zêr û pereyan winda bûye lê ne dergistî hatiye û ne jî zêr û pere mane.
Qurbaniya destê sihirbaz wiha axivî: "Min zêrê xwe da sihirbazî. Got bi van pênc bazinan ez dê dergistiyê te li te vegerînim û wiha bikim ku malbata te li gel te baş bibe.
Got divê tu pereyan bidî min, min pere danê. Got zêr bide, min zêr jî danê. Her wiha xwest were ba min (ji bo seksê) lê min qebûl nekir."
Tora jinan welatiyan dixapîne
Li gorî lêkolîna me, hinek jinan ji bo xapandina xelkê komên taybet ava kirine.
Rûdaw gihîşt yekê ji serkêşên wan koman ku wê jî xwe wekî keseke zerermend nîşan dida û wê diyar kir:
"Vî sihirbazî zêr û pereyên xelkê dibirin. Digot zêr bînin ez dê ji we re ‘Li serê bixwînim' da ku mêrên we li we vegerin yan jî zarokên we vegerin.
Her yekê 30-40 misqalên zêr danê. Niha pere û zêr çûn û wî jî xwe winda kiriye. Hemûyan li dadgeha Dihokê gilî li ser kiriye."
Kameraya veşartî li odeyên tarî
Dûvçûna Rûdawê nîşan dide ku li piraniya taxên Dihokê kesên ku sihirbaziyê dikin hene.
Rûdawê ji bo peyîtandina vê yekê, du kes wekî "xwedî pirsgirêk" şandin cem sihirbazekî navdar ku xelk rojane diçe cemê.
Ew sihirbazê ku xwe wekî "mela" nîşan dide, di dîmenên kameraya veşartî de wiha dibêje:
"Ez dê ji bo te dermanekî çêkim. 40 rojan li ser avekê bixwîne dê dilê wî li cem te bimîne.
Pişt re navê wî bide min ez dê li ser navê wî bixebitim. Ez dê bixurê bişewitînim, ew bixur biha ne. Ji bo we bi 100 dolarî çêdikim."
150 kes!
Mela Nîwar yek ji wan melayan e ku li Dihokê "sihirê vala dike."
Ew dibêje ku rojane 150 kesên ku sihir li wan hatiye kirin diçin cemê.
Li gorî gotina wî, sihir bi awayekî pir bûye ku dibe di piraniya malan de hebe.
Mela Nîwar li ser mijarê ev agahî dan me: "Sihirên herî berbelav ên li cem me ‘yên jihevkirina hevjînan, derengxistina zewacê û sihra nexweşiyê’ ne.
Min hinek kes dîtine ku ji ber nexweşiyê û ji ber ku tedawiya xwe nekirine ber bi mirinê ve çûne. Sihir metirsîdar e eger çareserî neyê kirin."
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
