Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), ji bo salvegera 96an a Komkujiya Zîlanê daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê bi bîr anî ku di komkujiya ku sala 1926an dest pê kir û heta 13ê Tîrmeha 1930yan li Geliyê Zîlanê yê navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê berdewam kir de, bi deh hezaran mirov hatine qetilkirin û bi sedan gund hatine rûxandin.
"Hîn lêborîn nehatiye xwestin"
DEM Partiyê diyar kir ku tevî ku 96 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî heta niha ti rûbirûbûna fermî çênebûye û dewletê navê komkujiyê jî neaniye zimên.
DEM Partiyê destnîşan kir ku hîn lêborîn nehatiye xwestin û divê dewlet bi komkujiyên salên ewil ên komarê re rûbirû bibe.
Siyaseta red û înkarê
Daxuyaniya Lijneya Birêvebir a Navendî (MYK) ya DEM Partiyê wiha ye:
“Ji ber polîtîkayên red û înkarê yên ku bi Destûra 1924an re dest pê kir, hişmendiya avaker a dewletê gelê Kurd bi awayekî sîstematîk rûbirûyî komkujî û sirgûnkirinê kir.
Di encama komkujiya ku sala 1926an dest pê kir û 13ê Tîrmeha 1930î li Geliyê Zîlanê yê Erdîşê pêk hat de, bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin û bi sedan gund hatin şewitandin.
Bi deh hezaran mirov ji axa xwe hatin derxistin û herêm bi polîtîkayên nifûsê û endezyariya siyasî rûbirûyî paqijiya etnîk hat hiştin.”
"Ne lêborîn heye ne jî şopa edaletê"
DEM Partiyê bal kişand ser nebûna edaletê û li pey çû:
“Îro tevî ku 96 sal derbas bûne jî li ser komkujiyê ti rûbirûbûna fermî çênebûye. Dewletê navê komkujiyê jî neaniye zimên.
Li wê cografyaya ku komkujî lê pêk hatiye, ne kevirekî bîranînê ne lêborînek û ne jî şopa edaletê heye.
Rûbirûbûna bi rastiyan re yek ji hîmên sereke yên pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk e.
Zîlan ne tenê birîna gelê Kurd e, birîna hemû kesên ku li vê axê jiyaneke azad û wekhev dixwazin e.”
Banga ji bo parastina Geliyê Zîlanê
Partiyê daxuyand ku divê Geliyê Zîlanê wekî cihê bîranîn û rûbirûbûnê were parastin û şopa gundên hatine şewitandin û jiyanên hatine tunekirin were nîşandan û got:
“Em bi deh hezaran canên xwe yên ku di Komkujiya Zîlanê de mirine bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dê ji bo darizandina berpirsyaran û ji bo ku ev êş ducare nebin têkoşîna xwe bidomînin.”


.jpg&w=3840&q=75)
