Hewlêr (Rûdaw) - Hinek ji malbatên gundê Basilê yê Efrînê îro vegeriyan gundê xwe.
Çavkaniyeke taybet a ji Basilê ji Rûdawê re got ku îro bêhtirî 100 malbatî vegeriyane gund.
Çavkaniya ku hinek wêneyên nav gund jî ji Rûdawê re şandine, diyar kir ku hêzên Tirkiyeyê doh êvarê bi tevahî ji baregeha xwe ya leşkerî ya li nav gund vekişiyane.
Piştî vê vekişînê rê li ber gundiyan hatiye vekirin da ku vegerin malên xwe.
Ji sala 2018an ve baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyeyê li nav gund hebû û vegera şêniyên gund bi tevahî hatibû qedexekirin.
Di heman demê de, Ehmed Şêxoyê ji gundê Şêxûrza Jorîn doh Rûdawê re gotibû ku hêzên Tirkiyeyê gundî agahdar kirine ku ew dê ji gundê Şêxûrzê vekişin û şêniyên Şêxûrza Jorîn êdî dê karibin vegerin malên xwe.
Ji bilî gundên Şêxûrza Jorîn û Basilê, vegera niştecihên gundên Cilbirê, Gobilê, Dêrwîş û Gundê Çiyê jî ji ber hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hatibû qedexekirin.


.jpg&w=3840&q=75)
