Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî radigihand ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê "xetimiye."
Pêncwênî diyar kir ku Enqereyê ew sozên ku di çarçoveya pêvajoyê de dabûn bi cih neanîne.
Pêncwênî di heman demê de ew daxwaz dike ku Serokê Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê bike û ji bo çalakkirina pêvajoyê navbeynkariyê bike.
Mihemed Emîn Pêncwênî bû mêhvanê bultena saet 12:00an a Rûdawê û li ser pêvajoyê pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.
Pêncwênî li ser pêvajoyê got, "Pêvajo heta niha asê maye û di xalekê de sekiniye.
Heta niha diviyabû Parlamentoya Tirkiyeyê çend biryarên qanûnî derxitibûna da ku pirsgirêka PKKyê û hêzên çekdar bihata çareserkirin lê dewleta Tirkiyeyê heta niha tiştek nekiriye."
“Tirkiyeyê gav neavêtine”
Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî amaje pê kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêbendî biryarên xwe bûye û şerê çekdarî rawestandiye lê Tirkiyeyê gavên beramber neavêtine û got:
"PKKyê biryar daye ku şerê çekdarî bi Tirkiyeyê re neke û çekan hilnegire.
Ev ji bo wê yekê bû da ku ew garantiyekê bidin dewleta Tirkiyeyê ku ew çekan naxwazin lê Tirkiyeyê heta niha tiştek nekiriye."
Pêncwênî rexne li raporeke vê dawiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê girtin û wiha axivî:
"Wê rapora ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê xwend, ti pêwendiyeke xwe bi pirsgirêka PKKyê, efûya giştî û azadkirina Ocalan re nebû.
Tê de bi yek peyvê jî qala çareseriya Pirsgirêka Kurdan nehatibû kirin. Ev di demekê de ye ku 40 sal in şer didome û bi hezaran Kurd û Tirk hatine kuştin."
"Ez poşmanbûnekê dibînim"
Li gorî baweriya Pêncwênî, sistbûna pêvajoyê di vê rewşa Rojhilata Navîn û van guherînên heyî de "nayê qebûlkirin."
Pêncwênî her wiha got, "Ez poşmanbûnekê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve di vê pêvajoyê û wê banga ku ji bo çareseriyê kiribûn de dibînim."
Daxwazek ji Serokê Herêma Kurdistanê
Mihemed Emîn Pêncwênî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest ku di navbera PKK û Tirkiyeyê de rola navbeynkariyê bilîze û got:
"Ez daxwazê ji Cenabê Serokê Herêmê dikim wekî kesayetiyeke navneteweyî û xwedî pêwendiyeke baş a bi dewleta Tirkiyeyê re ku rêz li nêrînên wî tê girtin, serdaneke taybet a Tirkiyeyê bike. Bila li wê derê bi Birêz Erdogan û berpirsên wî welatî re biaxive."
"Divê Ocalan li gorî Yasaya Hêviyê bê azadkirin"
Yek ji daxwazên Pêncwênî jî ew e ku Rêberê PKKyê yê girtî Abdullah Ocalan li gorî "Yasaya Hêviyê" bê azadkirin û wiha berdewan kir:
"Ew yasa yasayeke Ewropayê ye û Tirkiyeyê jî pesend kiriye. Yasa dibêje her kesê ku 25 salan di girtîgehê de temam bike, tê azadkirin. Divê ev yasa Birêz Ocalan jî li xwe bigire."
Wî her wiha daxwaza bicihkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir da ku Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş were azadkirin.
Pêncwênî qala çarenivîsa wan çekdaran jî kir ku dê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de vegerin û wiha pirsî:
"Ew kesên ku vedigerin dê çi bikin? Dê karê wan çi be û ew dê çawa bijîn?
Nabe ku ew tenê formekê li fermangeha îstixbaratê tije bikin û derkevin.
Em li bendê bûn ku rapora parlamentoyê van pirsan çareser bike lê nehat kirin."
Hişyariya li ser tecrîdê
Mihemed Emîn Pêncwênî hişyarî da, eger Tirkiye gavên pratîkî neavêje dê pêvajoya aştiyê "bêwate bibe."
Wî bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û got, "Zêdetirî mehekê ye tecrîd xistine ser Birêz Ocalan û kesî ew nedîtiye.
Gava tu bi rêberê tevgerekê re dan û standinê dikî û te dest bi pêvajoya aştiyê kiriye, ma çawa dibe ku tu destûrê nedî kes wî bibîne?"


