Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi tohmeta endamtiya DAIŞê 5 welatiyên Îraqê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê 28ê Îlonê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê li dijî DAIŞê operasyonek kir.
Cendirmeyan di çarçoveya biryara Serdozgeriya Semsûrê de bi ser navnîşanên cuda de girt û 5 welatiyên Îraqê desteser kirin.
Cendirmeyan di operasyonê de dest danî ser 5 telefonan û sîm kartên wan.
Piştî karên îfadewergirtinê yên li Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê ew her 5 welatiyên Îraqê doh şandin Dadgeha Semsûrê.
Dadgeha Semsûrê derbarê R.K.Q.B., W.K.Q.B., R.H.K.B., N.T.H.M. û N.T.G. de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.


