Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, xebatên dîtina Erkan Sakê 25 salî di roja 3yan de didomin.
Erkan Sak dema ku masî digirtin ketibû nav Çemê Xabûrê û winda bûbû.
Erkan Sak pêr bi hevalên xwe re ji bo girtina masiyan çûbû devera Komateyê ya gundê Xabûriyê.
Dema ku wî tora xwe avêt nav çem, hevsengiya xwe ji dest da û ket nav avê.
Sak piştî ku demekê di nav avê de çû, ji ber çavan winda bû.
Ji bo dîtina wî ciwanî, xebatên lêgerînê danê sibehê ji nû ve dest pê kir.
Di xebatan de tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirmeyan cih digirin.
Her wiha tîmên bin avê yên ji navçeya Tetwanê ya Bedlîsê û Amedê jî tevlî xebatan bûn.
Di çarçoveya xebatan de, tîmên Îdareya Taybet a Parêzgehê bi makîneyên kar zinarên mezin ên di çem de dişkînin.
Armanca wan ew e ku asta avê dakeve û xebatên lêgerînê hêsan bibin.
Di xebatan de dronên bin avê û ser avê jî tên bikaranîn.
Heta niha li ser Çemê Xabûrê nêzîkî 3 kîlometreyan hatine lêgerîn.
Hat diyarkirin ku tîm ji Pira Xabûr 2yê ya li gundê Xabûriyê heta sînorê Başûrê Kurdistanê xebatên xwe didomînin.



