Dusseldorf (Rûdaw) - Piştî zêdetirî 40 salan ji koçberiyê, nûnertiya Kurdên Êzidî yên diyasporayê yên li Almanyayê ji bo vegera li Bakurê Kurdistanê dest bi hevdîtinan kir.
Wan ji bo vegera li ser ax û gundên xwe û wergirtina mafên xwe yên desteserkirî bi hikûmeta Tirkiyeyê re dest bi dan û standinan kir.
Hejmara wan Kurdên Êzidî yên ku li Bakurê Kurdistanê mabûn û koçî derveyî welêt nekiribûn ji 600 kesî kêmtir e. Bi dehan gundên wan bi temamî vala bûbûn.
Lê belê di çarçoveya projeyeke nû de, hewldanên ji bo avakirina wan deveran û vegera welatiyan dîsa dest pê kir.
Şêwirmendê Mala Êzidiyan a li Oldenburga Almanyayê Şehab Dax ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Li gorî lêkolînên me, li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê 600 Êzidî mane lê niha heta radeyekê rewş baştir bûye.
Em dibînin Êzidî vedigerin ser ax û warê xwe û gundên xwe ava dikin.
Êzidî neçar mabûn koç bikin, wan ne bi dilê xwe berê xwe dabû derveyî welêt."
7 daxwazên sereke
Şehab Dax li ser pirsgirêkên li pêşiya vegerê jî destnîşan kir ku piraniya gundên wan hatine wêrankirin an jî zeviyên wan ji aliyê kesên din ve hatine desteserkirin û got:
"Heft daxwazên me yên sereke hene û me ew pêşkêşî hikûmeta Tirkiyeyê kirine.
Ya yekem û herî girîng ew e ku Êzidî wekî nasnameyeke fermî li welêt werin naskirin.
Her wiha divê cih û warên Êzidiyan ên ku berê bi zorê ji wan hatine standin, bê merc li wan werin vegerandin.
Pêwîst e xizmetguzariyên wekî rê, elektrîk û înternetê ji bo gundan werin dabînkirin.
Divê cihên me yên pîroz û goristanên me werin parastin."
Nûnerekî din ê Kurdên Êzidî yên li Almanyayê Emîn Berşe jî bal kişand ser aliyê îdarî û rêxistinkirina navxwe ya pêvajoyê û eşkere kir:
"Ew pênc parêzgehên ku Êzidî lê dijîn (Şirnex, Mêrdîn, Riha, Amed û Êlih), pêwîstiya wan bi rêxistinkirinê heye.
Divê li her herêmê encumeneke xwecihî hebe ku nûnertiya gundan bike û pirsgirêkên wan bigihîne aliyên pêwendîdar."
Berşe anî ziman ku piştî ew qas salan jî hîn dilê wan li cem axa wan e û ew bi axa xwe ve girêdayî ne.
"Tenê sozên devkî têrê nakin"
Nûnerên Kurdên Êzidî ragihand ku wan demên borî li bajarên Hannover, Berlîn û Enqereyê bi berpirsên pilebilind ên Tirkiyeyê re gelek civîn kirine.
Armanca van civînan ew e ku ji bo parastina mafên wan garantiya yasayî were dabînkirin.
Ew tekez dikin ku pêvajoya vegerê pêwîstî bi gavên pratîkî û mezin heye û tenê sozên devkî têrê nakin.
Nûnerê Êzidiyan li ser wan kesên ku piştgiriya projeyê dikin jî agahî dan û got, "Nêzîkî 200 kesî piştgiriya me dikin. Di nav wan de profesor, parêzer, zana û karsaz hene."
Wî her wiha diyar kir ku deriyê wan ji her kesê ku bixwaze alîkariya wan bike re vekirî ye.


