Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 96 qezayên trafîkê çêbûn.
Birêvebirê Giştî yê Hawarçûnê yê parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku qeza li gorî rojên din bi kêmanî ji sedî 50 zêde bûne.
Birêvebirê Giştî yê Hawarçûnê yê parêzgeha Urmiyeyê Ferzîn Rezazade daxuyaniyek da.
Ferzîn Rezazade eşkere kir ku di 24 demjimêrên borî de li seranserî parêzgehê herî kêm 96 qezayên trafîkê hatine tomarkirin.
Li gorî gotina Ferzîn Rezazade, di rojên asayî de li Urmiyeyê nêzîkî 60 qezayên trafîkê dihatin tomarkirin.
Rezazade destnîşan kir, "Ev jî tê wê wateyê ku qezayên roja Înê nêzîkî ji sedî 50 zêdetir bûne."
Yek ji wan qezayan li nêzîkî gundê Rajanê yê herêma Sîlvanayê çêbû.
Di qulibîna otomobîleke barhilgir de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gorî amarên Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê, ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Adara 2026an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek qeza çêbûne.
Di qezayên trafîkê yên wê salekê de herî kêm 19 hezar û 540 kes mirine.



