Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Efrînê Mihemed Sîdo li ser kar û xebatên xwe got, “Em hewl didin zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe fermî.”
Parlamenterê Efrînê yê di Parlamentoya Sûriyeyê de Mihemed Sîdo bû mêvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Mihemed Sîdo bal kişand ser rewşa aloz a Efrîna Rojavayê Kurdistanê, binpêkariyên komên çekdar û daxwazên parlamenterên Kurd ên li Şamê.
Parlamenterê Efrînê Mihemed Sîdo ku niha ji bo beşdariya xebatên parlamentoyê li Şamê ye, li ser vegera xelkê ya Efrînê û astengiyên li pêşiya wan agahiyên girîng dan.
Mihemed Sîdo diyar kir ku heta niha nêzîkî 12 hezar û 500 malbatên Kurd vegeriyane ser axa xwe ya Efrînê lê belê, wî destnîşan kir ku vegera wan nayê wateya bidawîbûna êşên wan.
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku gelek malbat nikarin bikevin malên xwe, ji ber ku malên wan ji aliyê Erebên hawirde û komên çekdar ve hatine dagirkirin.
Binpêkariyên komên çekdar
Parlamenterê Efrînê bal kişand ser kiryarên komên çekdar ên li herêmê û got:
"Binpêkarî didomin. Dizîna otomobîlan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û revandina sivîlan a ji bo fîdyeyê hîn jî hene."
Mihemed Sîdo her wiha qala wê yekê kir ku hinek malbat ji bo ku malên xwe wergirin, neçar dimînin pereyan bidin wan kesên ku di malên wan de rûniştine.
Sîdo diyar kir ku heta niha derdora hezar û 200 malbatên Erebên hawirde li Efrînê mane û piraniya wan Ereban ji parêzgehên rojhilatê Sûriyeyê ne.
Daxwaza 12 parlamenterên Kurd: Zimanê Kurdî
Mihemed Sîdo eşkere kir ku niha li Parlamentoya Sûriyeyê 12 parlamenterên Kurd hene û ew wekî blokekê hewl didin daxwazên gelê Kurd bînin ziman û got:
"Yek ji armancên me yên sereke ew e ku zimanê Kurdî di Destûra nû ya Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî were qebûlkirin û li dibistanan were xwendin."
Sîdo diyar kir ku ew niha li Şamê amade ne ji bo hilbijartina serokatiya parlamentoyê û destpêkirina xebatên qanûnî.
Wî hêvî xwest ku di vê gera nû de karibin xizmeta xelkê Efrînê bikin û zextê li hikûmetê bikin ku ewlehiya herêmê were parastin û binpêkariyên li dijî Kurdan bi dawî bibin.


