Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Erselan Bayîz, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina xelata herî bilind a Îtalyayê pîroz kir û got, “Nêçîrvan Barzanî stêrka geş a dîplomasiya Kurdan e.”
Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Ersalan Bayîz di peyameke ji bo Nêçîrvan Barzanî de got:
"Kek Nêçîrvan li herêmê û Ewropayê stêrka geş a dîplomasiya gelê Kurd e. Xelata Stêrka Îtalyayê jî mînaka herî baş a vê rastiyê ye.
Di nîştimana me de huner û jêhatîbûn bi hêsanî çênabe û dernakeve çimkî asteng jê re têne derxistin.
Dema ku xwe ji bin ewran rizgar dike û derdikeve jî hewl tê dayîn ku were piştguhkirin lê ronahiya tîrêjên heyva çardeşevî bi bêjingê nayên girtin."
Xelata herî bilind a Îtalyayê
Dr. Ersalan Bayîz diyar kir ku ew Nêçîrvan Barzanî ji dil pîroz dike û ev xelat ji bo hemû gelê Kurd serbilindî ye.
Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicola Fontana, 8ê Tîrmehê madalyaya Stêrka Îtalyayê ya bi pileya “Siwarçakê Xaça Mezin” da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Ev xelat rûmeta herî bilind a Komara Îtalyayê ye ku didin kesayetên biyanî.
Rola Nêçîrvan Barzanî û aramî
Îtalyayê sedema dayîna vê madalyayê li rola Nêçîrvan Barzanî ya bi rengê "navbeynkarekî cihê baweriyê û pragmatîk" vegerand.
Welatên Ewropayê rola Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di hevsengkirina pêwendiyan û aramîya herêmê de girîng û stratejîk dibînin.



