Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê li navçeya Sewlawayê ya parêzgeha Sineyê gule li otomobîlekê reşandine û xortekî 15 salî miriye û bavê wî jî bi giranî birîndar bûye.
Bûyer êvara Pêncşemê li nêzîkî gundê Derekê yê navçeya Sewlawayê ya parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê rû daye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku hêzên parêzvanên sînor ên Îranê gule li otomobîla welatiyekî bi navê Ehmed Hasenî reşandine.
Hat ragihandin ku Ehmed Hasenî li gel malbata xwe ji baxçeyê xwe ber bi mala xwe ve diçûye.
Di reşandina guleyan de Ehmed Hasenî bi giranî birîndar bûye û kurê wî yê 15 salî yê bi navê Sam jî miriye.
Li gorî agahiyan, termê Sam veguhastin Nexweşxaneya Bûeliyê ya li bajarê Merîwanê.
Ehmed Hasenî jî li heman nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkan de ye û tê tedawîkirin.
Heta niha aliyên pêwendîdar li ser sedema reşandina guleyan ti agahî belav nekirine.



