Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê ajokarek di otomobîla xwe de rastî êrişa bi çekan hat û mir.
Li ser rêya kevn a Mêrdînê li ber kafeyekê rê li ber otomobîla M.Î. hat girtin.
Kesên nenas gule berdan û M.Î. ji singê xwe bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê M.Î. veguhast nexweşxaneyê lê ew ji mirinê rizgar nebû.
Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û hêzên ewlehiyê jî ji bo girtina gumanbaran dest bi xebatan kir.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
