Hewlêr (Rûdaw) - Dewleta Îtalyayê dê bi merasîmeke fermî li Hewlêrê, xelata xwe ya fermî ya herî bilind pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Bike.
Di merasîmê de Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicolo Fontana li ser navê Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, "Madalyaya Stêrka Îtalyayê" dide Nêçîrvan Barzanî.
Ev madalya, xelata herî bilind a Îtalyayê ye ku didin kesên di jiyanê de ne.
Destkeftiyeke dîrokî ji bo Kurdan
Serokê Înstitûta Kurdî ya Romayê Soran Yasîn ji Rûdawê re eşkere kir ku xelatkirina Nêçîrvan Barzanî destkeftiyeke dîrokî ye û dibe sedem ku Herêma Kurdistanê li cîhanê zêdetir were naskirin.
Yasîn qala sedemên vê xelatê kir û diyar kir ku ev hilbijartin encama hevahengiya bihêz a di şerê li dijî DAIŞê de ye çimkî DAIŞ ji bo Îtalya û Ewropayê metirsiyeke mezin bû.
Taybetmendiyên madalyayê
Soran Yasîn da zanîn ku ev madalya xwedî girîngiyeke mezin e.
Yasîn ragihand ku ew xelat wekî nasnameyeke fermî ye ku xwediyê wê wekî dostê nêzîk ê Îtalyayê tê dîtin.
Yasîn her wiha got ku xelat di warê akademîk de mîna bawernameya doktorayê ye.
Yasîn her wiha got: "Ev cara ewil e ku Kurdek vê xelatê werdigire. Ev gav mîna vekirina deriyekî nû yê Îtalyayê ye ji bo Pirsgirêka Kurdan."
Astên medalyayê
Pergala vê xelatê ji 5 pileyên sereke pêk tê.
Astên medalyayê ji 5 pileyan pêk tên:
Siwarçak (Cavaliere)
Efser (Ufficiale)
Fermandar (Commendatore)
Efserê Bilind (Grande Ufficiale)
Pileya herî bilind "Siwarê Xaça Mezin" (Cavaliere di Gran Croce) e ku didin Nêçîrvan Barzanî.
Heta niha hejmareke zêde ya kesayetên navdar û bibandor ên cîhanê û Îtalyayê di qadên cuda de ev medalya wergirtine, ji wan:
Serokê berê yê Arjantînê Mauricio Macri
Serokwezîrê berê yê Bulgaristanê Boyko Borisov
Waliyê eyaleta Hawaii ya Amerîkayê Josh Green
Şazadeya Monakoyê Charlene Lynette
Siyasetmedarê navdar ê Almanyayê Horst Seehofer
Rahênerê navdar ê futbolê Carlo Ancelotti, ku 5 caran wekî rahêner Lîga Şampiyonan a Ewropayê qezenc kiriye.
Şampiyonê Formula 1ê Fernando Alonso
Hunermendê navdar ê Amerîkayê Frank Sinatra
Lîstikvana Amerîkayî ya xwediyê xelata Oscarê Grace Kellyê
Patriyarkê Qudsê Fuad Twal
Pîyanîstê navdar ê Koreya Başûr Myung-whun Chung
Aşpêjê navdar ê Brîtanyayê Jamie Oliver, ku roleke mezin di danasîna xwarinên Îtalî de lîstiye.
Nirxandina siyaseta rast a Herêma Kurdistanê
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî eşkere kir ku ev xelat nirxandina siyaseta rast a Herêma Kurdistanê ye.
Şehab diyar kir ku siyaseta Nêçîrvan Barzanî ya li ser bihevrejiyanê, giringîdayîna bi jinan û hêza nerm ji bo dayîna vê xelatê bûne pîvanên sereke.
Dilşad Şehab got, "Ev ne tenê xelatkirina kesayetiyekê ye, lê avakirina têkiliyên li gel Herêma Kurdistanê ye."
Têkiliyên stratejîk ên Hewlêr û Romayê
Têkiliyên dîplomatîk ên Nêçîrvan Barzanî û Îtalyayê xwedî dîrokeke zêdetirî 20 salan e.
Îtalya welatekî zilhêz e û nifûsa wê zêdetirî 60 milyonî ye. Ew dikare di warên leşkerî, siyasî û aborî de bibe piştgireke mezin ji bo Kurdan.
Nêçîrvan Barzanî di dema borî de jî gelek caran serdana Îtalyayê kiriye ku herî dawî di Gulana 2026an de li Romayê li gel Serokkomar Sergio Mattarella civiyabû.
Di van hevdîtinan de, têkiliyên dualî yên Hewlêr û Romayê her tim didomin û xurtir dibin.



