Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, ji bo wan 2 kesên ku di lehiya şeva borî ya li Hewlêrê de mirine, peyama sersaxiyê belav kir.
Di lehiya ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê rabû de, Mihemed Resûl û Mistefa Serkewtê 5 salî mirin.
Di peyama ku bi îmzeya her du hevserokan li ser hesabên medyaya civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate belavkirin de, ji malbatên qurbaniyan û gelê Kurdistanê re sersaxî hate xwestin.
"Em êşa gelê xwe parve dikin"
Hevserokên şaredariyê her wiha ji bo hemû welatiyên ku ji lehiyê zerer dîtine daxwaza silametî û başbûnê kir.
Her du hevserokên Amedê di peyama xwe de anî zimên ku ew wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê êşa gelê xwe parve dikin û piştgiriya xwe radigihînin.



