Hewlêr (Rûdaw) - Îro 7ê Tîrmeha 2026an e. Ev roj ji bo dîroka Kurdan xwedî wateyeke taybet e. Bi ser damezirandina Kurdistana Sor re 103 sal derbas bûn.
Kurdistana Sor 7ê Tîrmeha 1923yan hat damezirandin û di dîroka nûjen a Kurdan de wekî rûpeleke girîng tê dîtin.
Avakirina Kurdistana Sor
Di destpêka sedsala bîstî de, piştî avabûna Yekîtiya Sovyetê, Moskowê ji bo birêvebirina neteweyên cuda siyasetek nû pêk anî.
Di çarçoveya vê siyasetê de, di 7ê Tîrmeha 1923yan de herêmeke îdarî bi navê Kurdistana Sor hate damezirandin.
Kurdistana Sor (Uyezda Kurdistanê) wekî herêmeke otonom ku niha di bin serweriya Azerbeycanê de ye hat avakirin.
Armanca vê gavê ew bû ku mafên neteweyî û çandî yên Kurdên li Qafkasyayê werin parastin.
Tevî ku temenê vê herêma otonom ne gelekî dirêj bû jî ew ji bo Kurdan bû ezmûneke girîng.
Erdnîgarî û navenda îdarî
Ji ber ku pergaleke Sovyetî bû, damezirînerên wê yên fermî rayedarên bilind ên Partiya Komunîst bûn.
Serokê îdarî yê yekem û Serokê Komîteya Birêvebir a Kurdistana Sor Gûsî Hacîyev bû.
Herêmên wekî Laçîn, Kelbecer û Qûbadlî di nav sînorên Kurdistana Sor de bûn.
Bajarokê Laçînê wekî navenda îdarî ya Kurdistana Sor hat hilbijartin.
Laçîn di demeke kurt de ji bo Kurdan bûbû navendeke siyasî û rewşenbîrî.
Gelek saziyên birêvebirinê li vî bajarokî hatin avakirin û xebatên girîng lê hatin kirin.
Zimanê Kurdî û perwerde
Di Kurdistana Sor de zimanê fermî Kurdî bû û zaravayê Kurmancî dihat bikaranîn.
Zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde didîtin.
Gelek dibistanên Kurdî hatin vekirin û pergaleke nû ya perwerdeyê hat avakirin.
Ev yek ji bo bipêşketina ziman û çanda Kurdî gaveke dîrokî bû.
Her wiha rojnameyeke bi navê "Sovyet Kurdistani" (Kurdistana Sovyetê) hat çapkirin û weşana xwe kir.
Karmend û mamosteyên Kurd di van saziyan de bi dilgermî dixebitîn.
Rûxandin û koçberiya Kurdan
Tevî van hemû bipêşketinan, temenê Kurdistana Sor tenê 6 sal bû.
Kurdistana Sor 8ê Nîsana 1929an ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve hat rûxandin.
Piştî rûxandinê, polîtîkayên li hemberî Kurdan bi temamî hatin guhertin.
Sovyetan dest bi polîtîkayên asîmîlasyon û sirgûnê kir.
Dîktatorê Sovyetê Josef Stalin salên 1937 û 1944an Kurd bi zorê koçber kirin.
Bi hezaran Kurd hatin sirgûnkirin û ew şandin welatên wekî Qazaxistan û Asyaya Navîn.
Ev bû sedema ku nifûsa Kurd li wê herêmê gelekî kêm bibe.
Çima Kurdistana Sor hate rûxandin?
Lêkolîner dibêjin ku hilweşandina Kurdistana Sor ne ji ber sedemek yekane bû lê ji ber gelek sedemên siyasî û jeopolîtîk pêk hat.
Di dawiya salên 1920î de, siyaseta Yekîtiya Sovyetê li ser mijara neteweyan guherî.
Hukûmeta Sovyetê dest bi kêmkirina desthilata gelek herêmên otonom kir û hêza birêvebirina navendî zêde kir.
Di vê çarçoveyê de, di sala 1929an de herêma Kurdistana Sor jî hate betal kir.
Herwiha, gelek dîrokzan amaje dikin ku Moskowê nexwest ku li ser sînorê Tirkiyê û Îranê herêmeke fermî ya bi navê “Kurdistan” hebe.
Di wê demê de Sovyetê hewl dida pêwendiyên xwe yên siyasî bi van welatan biparêze û hebûna herêmeke Kurdan dikaribû bibe sedema aloziyên dîplomatîk.
Şopa Kurdistana Sor
Dîrokzan îro jî gelek caran qala girîngiya Kurdistana Sor dikin.
Ev ezmûn nîşan dide ku Kurdan li Qafkasyayê çi qas keda xwe daye.
Tevî ku 103 sal di ser re derbas bûne jî Kurdistana Sor ti carî ji bîra Kurdan neçûye.
Hewldana duyem a Kurdistana Sor (1992)
Di Gulana 1992yan de, di dema şerê Qerebaxê yê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, Kurdên herêmê xwest ku Kurdistana Sor ji nû ve ava bikin.
Damezirîner û serokê vê komara ku li Laçînê hat ragihandin Wekîl Mistefayêv bû.
Ji ber şer û nebûna piştgiriyê ev komar bi ser neket û di demeke kurt de rûxiya.



